NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Gelek gund têne bombekirin. Dewleta Tirk a faşîst hefteyek e hewl dide Minbicê bigire. Lê belê bi berxwedana dîrokî ya li Minbicê ev hate astengkirin.
Dewleta Tirk a faşîst hewl dide bi propagandayên derew nîşan bide ku Minbic hatiye dagirkirin. Ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê windahiyên xwe vedişêrin propagandaya derew e dikin. Li Minbicê QSD’ê berxwedaneke dîrokî heye. QSD’ê her roj dîmen û agahî têkildarî şerê Minbicê diweşîne.
Û îro di şere Qereqozax û Tişrînê derbên giran li çeteyên SMO yên dewleta Tirk a dagirker hate xistin. Di çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 5 wesayit hatin îmhakirin, gelek çete hatin kuştin.