REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger li kantona Reqayê li hundirê bajar hemleyên parastinê dan dêspêkirin. Hamle li dijî kesên wêranker û xayîn ên ku tirs û aloziyê di dilê gel de diçînin û dixwazin tevlîheviyan derxinîn hatiye destpêkirin.
Ji ber vê yekê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Reqayê li ser esasê tekoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî de di bin dirûşmeya “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêze” erkê xwe ya parastinê pêktînin.
Her wiha ciwanên ku di parastina gel û axa xwe dikin ji ajansa Nuçe Ciwan re axifîn:
Ciwanan di axaftina xwe de banga tekoşînê kirin.
”
“Em Ciwanên Şoreşger ên li Reqayê ne, ji bo parastina malbat û gelê xwe derketin. Hinek kes dibêjin ku em li vir ketine tengasiyê, hemû nûçeyên sexte ne, tiştek wisa nîne. Û niha rewş bi temamî di bin kontrolê de ye û em wek ciwanên şoreşger li ser erkê xwe ne ku em welat û gelê xwe biparêzin.
Û ji malbat û gelê xwe re, ji komên ciwan re jî daxwaz dikin ku tevlî me bibin. Keç û xortên ciwan, ji bo ku em bi hev re welat û welatiyên xwe biparêzin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer bikin, tevlî me bibin.”
“Li bakur-rojhilatê Sûriyê, li bajarê Reqa, Minbic, Dêrezor û Tebqayê, bi balafirên bê mirov, şerê taybet û şerê medyayî dikin hedef û bi balafirên bê mirov êrîşî gelê me yên li Minbicê kirin. Helbet hemû rê û rêbaz bikar anîn da ku wê di nav xelkê de tirs biçînin û heman demè ji bo valakirina herêmê û ji bo xirabkirina aramiya herêmê, tirsê biçînin.
Me weke ciwanên şoreşger ên bajarê Reqayê di nava xwe de dest bi rêxistinkirina şerê gel ê şoreşgerî kirin; ji bo ku em xwe biparêzin, gelê xwe biparêzin, welatê xwe biparêzin. Helbet em li hember hemû êrîşan amade ne û em li gel hemû rêhevalên xwe ne. Ji vî şerê xapînok û derew, ji şerê medyayê û şerê taybet ê ku di nav me de dimeşînin netirsin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku rabin ser piyan, komên ciwan di nava refên me de cih bigrin û xwe perwerde bikin ji bo parastina xwe. Parastina malbatên xwe û parastina axa xwe.”
“Em niha li kolanên Reqayê ne. Em bi kolan bi kolan amade ne. Bila gelê me bizanibe, tiştek li wan deveran nine. Henik dîmen tên parvekirin ne rast in. Em wek ciwanên Reqayê di nav amadekariyê de ne. Em zarokê vî gelî ne. Bila serê we bilind be. Banga me ji hemû ciwanên me heye; Suryan û Erep û Kurd re heye. Werin axa xwe, taxên xwe, welatê xwe biparêzin. Ev welat bi xwina şehîdan hatine avakirin wê azad jî biminin.”