BEHDÎNAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;
6’ê Kanûnê saet di 14:35’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran xist û çeperek hate îmhakirin.
9’ê Kanûnê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrên hewayî li dagirkeran hate xistin, çeperek hate îmhakirin.
7’ê Kanûnê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi amûrê hewayî li dagirkeran hate xistin û çeperek hate îmhakirin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
7’ê Kanûnê saet di 15:19’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
9’ê Kanûnê saet di 12:56’an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Li Herêma Metînayê;
8’ê Kanûnê saet di 12:45’an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya ku hêzên me yên YJA Starê kirin de derb li çeperekê hate xistin.
8’ê Kanûnê saet di 20:20’î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên me dest li helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.
9’ê Kanûnê saet di 14:20’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Xakurkê;
9’ê Kanûnê saet di 10:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
7, 8 û 9’ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a li Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
8’ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
6, 7, 8 û 9’ê Kanûnê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Qele, Şehîd Şerîf, Sinînê, Berbizinê, Lolan û Xinêreya Jor 13 caran, li Herêma Garê qadên Heftebax, Dêreşê, Zêvkê, Sêdarê, Avtehlê, Siyanê, Ergenê 10 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 4 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê 4 caran; bi giştî 31 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
7 û 8’ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 25 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”