NAVENDA NUÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bi balafirên bêmirov gundê Sefiya yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî.
Navên 8 sivîl şehîd bûne wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, 2 zarok bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.
Duh jî dewleta Tirk a dagirker li gundê Musterîha yê girêdayî Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî, di encamê de di nav de zarok 12 sivîl şehîd bûn.