NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li xelkê herêmê kir ku tevahî kombûn û civandinên mezin betal bikin.
Daxuyanî wiha ye:
“Der barê pêşdeçûn û rewşa taybet ku Sûriyeyê û herêmên me tê re derbas dibin û ji bo misogerkirina ewlehî û parastina xelkê me û pêkanîna îstîqrarê, em bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku pêwîst e tevahî kombûn û civandinên mezin betal bibin ku şane û xerabker rewşê bi kar neynin û derbeyê li aramiya herêmê nedin.
Em pişta xwe didin hişyarî û hevkariya gelê me bi hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî re û pabendî perspektîvên Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên têkildar bin ku ewlekariya giştî were misogerkirin, herêm û jiyana gelê me werin parastin.”