DRAGUÎGNAN – Bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî li ser Rojava meşek girseyî hate lidarxistin.
Saziyên dostên Kurdistanî, enternasyonalîst Yekîtiya Demokrasî û Ekolojîst, Fransa Însûmis, Partiya Komunîst a Fransa, sendîkaya CGT û CADAC beşdarî meşê bûn.
Di çalakiya ku li ber avahiya PTT’ê ya Draguignan destpê kir de alên Rêber APO, alên YPG, YPJ’ê û pankarta “Ne sois pas complice du massacre des kurdes” hatin hilgirtin.
Çalakiya ku di tevahiya meşê de dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Kujer Tirkiye” hatin qîrîn, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Rojava li ber avahiya walîtiyê Draguignan bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.