TENNESSE – Li eyaleta Tennesse ya DYA’yê, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava bi pêşengiya ciwanên endamên Civaka Kurd a Amerîkî hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li çar aliyên cîhanê çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku di 27’ê Mijdarê de li ser Rojava li gel dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SNA’yê destpê kirin, didomînin.
Êrîşên dagirkeriyê yên bi pêşengiya ciwanan li navenda bajarê Nashvîl a eyaleta Tennessee ya DYA’yê bi beşdariya gelê Kurd û dostên wan hate protestokirin. Ciwanên ku bi danîna neynikeke bi dirûşma “Bêdengiya we Kurdan dikuje” li kolanê hişyarî dan û pankarta bi nivîsa “Rojava biparêzin” bi Kurdî û Îngîlîzî daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya bi Kurdî de bal hat kişandin ser komkujî û hewldanên qirkirinê yên bi sedsalan e ku gelê Kurd tê jiyîn û wiha hate gotin: “Berpirsyarê van kiryaran dewleta Tirk e. “Em destê xwe bidin hev û bi hev re xaka xwe ya pîroz biparêzin.” û li dijî van êrîşan banga têkoşînê hate kirin.
Di daxuyaniya ku bi zimanê Îngilîzî hat dayîn de bal hat kişandin ser çeteyên Îslamî yên ku êrîşî yekîtiya gelên di çarçoveya aştî, wekhevî, azadî û mafên demokratîk ên li herêmê de dijîn dikin. Hate tekezkirin ku diyar e ev zîhniyeta çeteyên DAIŞ û El-Qaîdeyê ye. Hate diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava ku xwedî rêveberiyeke aştiyane ya bi konfederalîzma demokratîk e, ji bo hemû mirovahiyê xeteriyek e. Bang li hemû raya giştî ya ku baweriya wan bi aştî û demokrasiyê heye, di serî de Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Amerîkayê hat kirin ku li dijî van êrîşên ku sivîlan dikin hedef, Şoreşa Rojava biparêzin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Dîktator Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” bi dawî bû.