Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

Edîtor: Nucan Serdoz
12/12/2024 - 11:27
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN-  Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê bi daxuyaniyêkî nîviskî nasnameya Berçem Kobanê ku di  1’ê Mijdara 2024’an de di encama êrîşa hewayî ya balafirên bêmirov û bi çek a dewleta faşîst ya Tirk de şehîd bû da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Şervana me Berçem Kobanê di encama êrîşa hewayî ya balafirên bêmirov û bi çek a dewleta faşîst ya Tirk de gihîşt karwanên şehîdan.

Hevrêya me Zeyneb Mihemed bi nasnav Berçem Kobanê di 1’ê mijdarê, di encama êrîşa hewayî ya dewleta faşîst û dagirker ya Tirk de tevlî karwanên nemiran bû. Em di kesayeta rêhevala xwe Berçem Kobanê de hemû şehîdên şoreşa azadî û mirovahiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ji mala xwe ya welatparêz û gelê xwe re sersaxî dixwazin.

Şoreşa Rojava bi berdelên mezin û giranbiha hatiye avakirin. Di encama vê têkoşîn û berxwedanê de bi sedan rêhevalên me şehîd bûn. Bi hezaran jî perçeyên ji canê xwe feda kirin û bûn gazî. Herwiha gelên me yên leheng bi hestên welatperweriyê tim xwedî li şoreşa xwe derdikeve û li beramberî her cure êrîşên dagirkerî û komkujiyê berxwedanê pêşdixin. Rêhevala me Berçem ev rastî di temeneke ciwan de hîs kir û bi çîrokên lehengan ên hevalên şehîd û gazî mezin bû. Yek ji bandora herî mezin ku rêhevala me ber bi refên şoreşê ve anî, rastiya şehîdên me yên zindî rêhevalên gazî bû.

Di sala 2021’an de dema ku dewleta faşîst û qirker ya Tirk bi awayekî hovane êrîşên Herêmên Parastina Medya kir û di encama êrîşên kîmyewî de bi gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîd bûn, rêhevala me Berçem Kobanê li beramberî rewşa heyî bi hêrs û kîneke mezin sekinî. Wê nedikarî ku vê yekê bipejirîne û ji bo ku tola hemû êrîş û dagirkeriya dewleta faşîst û qirker û çeteyên wî bistîne, bi ruhê berxwedana Kobanê berê xwe da fikir û felsefeya Rêber Apo.

Rêhevala me Berçem li Kobanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi çanda berxwedanê ya ku ji malbatê wergirtî mezin bû û hertim li ser vê bingehê jiya. Di nav şer de mezin bû û bû zarokeke şoreşê. Ji ber vê yekê jî bû şoreşgereke mezin û jineke ciwan a dilwêrek.

Rêhevala me Berçem Kobanê piştî tevlî refên şoreşê bû, demekê di nav kar û xebatên jinên ciwan de cih girt. Bi coş û xwestekeke mezin xebatên rêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan meşand. Her tim pêşengiya rêxistinkirina ciwanan bi taybet jî jinên ciwan dikir. Bi qasî girîngî dida perwerdekirina xwe bi fikirên Rêber Apo, herwiha zanînên xwe fêrî ciwanan jî dikir.
Rêhevalê me Berçem Kobanê di jiyanê de bi coş û jîndarbûna xwe dihate naskirin. Li her cihê ku dima jî ev moral û coşa xwe diteyisand. Hewl dida ku nasnameya xwe ya ciwantiyê bi wateya wê ya rast bijî.

Di jiyana xwe de di her mijarê de, ji disîplînê heya şêwaz û tempoyê, ji hizirîn heya pratîkirinê, ji kedkariyê heya bi zaferê re klîdbûn rastiya Rêber Apo esas digirt. Her roj bi ramanên Rêber Apo xwe perwerde dikir û bi vî rengî dest bi roja xwe dikir. Milîtaneke Apoyî ya mînak bû.

Piştî xebatên jinên ciwan, Berçem Kobanê bi tecrûbeyên xwe yên ku wergirtî, beşdarî YPJ’ê bû û di refên me de bi heman taybetmendiyên xwe yên wêrekî, fedakarî, dilnizmî û milîtantiya Apoyî roleke aktîf leyîst. Erk û berpirsyariyên xwe bi awayeke serketî pêk anî û ji hevrêyên xwe re jî bû mînak.

Delweta Tirk a dagirker bi feraseta şovenîst û dagirkeriyê şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, kiriye hedef. Ji ber ku vîna Kurdên azad, mirovên azad, jinên azad, netewên azad û civakên azad di vê şoreşê de ava dibe û belavê herêmê û cîhanê dibe. Ji ber vê jî ji bo ku şoreşa me têk bibe, êrîşên dûr ji exlaqê mirovahiyê pêk tîne, hemû qaûnên navnetewî binpê dike. Herî zêde jî jinên pêşeng, jinên şoreşger dike hedef. Di 1’ê mijdarê de dewleta dagirker ya Tirk êrîşeke hewayî bi balafira bêmirov û bi çek pêk anî û di vê êrîşê de şervana me Berçem Kobanê şehîd bû.

Di şoreşa azadiyê de bi sedan şervanên me bûn lehengên wek Şîlan, Arîn, Avesta û Barîn. Îro jî di çeperên herî dijwar ên şer de mîrateya şehîdan tê parastin, li beramberê hişmendiya qirêj a zilamê desthilatdar şereke bêmînak tê meşandin.

Em dubare ji malbata hêja ya rêhevala xwe re sersaxî dixwazin û didin diyarkirin ku wek YPJ’ê emê şehîd Berçem Kobanê di têkoşîna xwe de bidin jiyandin û xwedî li bîranîna wê derkevin. Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin, ala têkoşînê ku me ji şehîdan dewr girtiye, emê bigihinîn serkeftinê.

Emê tola şehîdên xwe ji hemû dagirker û çeteyên dijminê mirovahiyê hilînin û tola hemû jinên azadîxwaz û têkoşer ku rastê zordarî û tundiyê tên, bi serxistina şoreşa jinê di asta cîhanê de hilînin.

 

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Zeyneb Mihemed

Nasnav: Berçem Kobanê

Navê Dayik: Emîra Mamo

Navê Bav: Mistefa Mihemed

Dîroka Şehadetê: 01.12.2024

 

 

1 Ji 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir

Nivîsa Pêş

Omer Öcalan detayên hevdîtina bi Rêber APO re eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Omer Öcalan detayên hevdîtina bi Rêber APO re eşkere kir

Omer Öcalan detayên hevdîtina bi Rêber APO re eşkere kir

Li Berlînê lûtkeya LNG hate protestokirin

Li Berlînê lûtkeya LNG hate protestokirin

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.