STUTTGART – Ciwanan îro ji bo balê bikişînin ser şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava, ji bo agahdarkirina raya giştî û rêxistinkirina hevgirtinê li Stûttgartê bi pêşengiya DKTM’ê li Stûttgartê konê agahdarkirinê yê 3 rojan hate vekirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) îro bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya li bajarê Elmanya Stûttgartê, konê çalakiyê dewr girtin.
Li konê ku her roj pêkhateyên cuda beşdar bûn, ji bo balê bikişînin ser şer û sûcên li dijî mirovahiyê, agahdarkirina gel û rêxistinkirina hevgirtinê broşur û belavok hatin belavkirin.
Her wiha sindoqên alîkariyê ji bo gelên Rojava yên koçber bûne hatin danîn.
Di roja dawî ya çalakiyê de wê endamên Komuna Jinê ya Meryem nobetê bigirin.