SILEMANÎ- Di berdewamiya bertekên li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de, ciwanên Silêmanî çalakiyek protestoyî li dar xistin.
Ciwanan di çalakiyê de bi rihê rêwîtî û berxwedana Şoreşa Rojava piştgiriya xwe ya ji bo hemû gelên Rojavayê Kurdistanê dubare kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî şermezar kirin.
Di dawiyê de bal kişandin ku divê civaka Başûrê Kurdistanê bi hemû hêz û îradeya xwe piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bike.