ATÎNA – Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi pêşengiya Riseup 4 Rojava Paneleke Dîjîtal a Navneteweyî hat lidarxistin. Di panela ku endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn jî amade bû, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava.
Di Panela Dijîtal a Navneteweyî ya ku berê hatibû plankirin ku ji aliyê Riseup 4 Rojava ve hatibû lidarxistin, endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo, endama PYD’ê Foza Yûsif û li ser navê Fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn weke panelîst beşdar bûn û gelek saziyên enternasyonalîst jî beşdar bûn.
Foza Yusif di axaftina xwe ya panelê de êrîş û geşedanên deh rojên dawî yên li hemberî Rojava nirxand. Yusif destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bidomînin.
Şîraz Hemo û Rohilat Efrînî di axaftina xwe ya panelê de êrîş nirxandin, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna enternasyonalîst û bang li qada navneteweyî kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.