SAINT-AVOLD – Li herêma Saint-Avold a Fransayê bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê bal kişandin ser êrîşên li dijî Rojava yên li kolanên qelebalix ên navenda bajarê Saint Avold. Bang kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest.
Ciwanên ku car caran rê li trafîkê girtin, pankartên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker-qirker û çeteyên wê yên li ser Rojava hilgirtin.
Ciwanan di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê li gel pankartên ‘Rojava biparêze’ hildan.
Çalakî li kolana ku wesayît û gel bi awayekî xurt derbas dibûn, ji her du aliyan ve bi alên rê dorpêç kirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana YPG” hatin berzkirin, dewam kir.