NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstan) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di çarçoveya hemleya “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de li dijî êrîşên li ser Rojava, yekîneyên Stenbolê di şeva 12’ê Kanûnê li Taxa Kanarya ya Stenbolê, wesayîtên 3 kesên ku bi dijmin re hevkariyê dikin şewitandin.
Daxuyanî wiha ye:
Çalakiya yekîneyên me yên YCWK’ê yên li Stenbol/Qenaryayê!
Di çarçoveya hemleya “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, şeva 12’ê Kanûnê li Taxa Kanarya ya Stenbolê, yekîneyên me wesayîtên 3 kesên ku bi dijmin re hevkariyê dikin şewitandin. Ev çalakî li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin. Dagirkerên ku Şoreşa Rojava û destkeftiyên gelan dikin hedef, divê li her qadê bi çalakiyan bersiv bê dayîn. Divê ciwanên Kurdistanê di refên herî pêş ên van çalakiyan de cihê xwe bigirin û agirê şoreşê bilind bikin. Weke YCWK’ê em diyar dikin ku dê çalakiyên me bidomin.”