NAVENDA NUÇEYAN- Dîmenên ku ji derdora pira Qereqozaq a di navbera kantona Firat û kantona Minbicê de hatine bidestxistin, pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de di rojên borî de, diyar dikin.
Di dîmenan de kemînên ku şervanên QSD’ê li dijî çeteyan vegirtine û hejmara çeteyên ku tê de hatine kuştin û wesayîtên ku hatine rûxandin, xuya dibe.
Berî niha bi kêliyekê jî, Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên kontrolkirina bendavê ji aliyê hêzên meclisê ve û têkçûna çeteyan li hemberî berxwedana şervanan, weşandin.
Ji destpêka vê hefteyê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji gelek aliyan ve li dijî kantona Minbicê êrişan pêk tîne. Li hemberî êrişan Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbeyên giran li çeteyan dan. Lê ji berî duh ve agirbestek bi çavdêriya navneteweyî li herêmê hatiye ragihandin.