TORÎNO – Çalakiyên ciwanên enternasyonalîst ên li Îtalyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker-qirker û çeteyên wê yên li ser Rojava, bênavber dewam dikin.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, jinên ciwan ên enternasyonalîst ala YPJ’ê ya dêw a li bajarê dîrokî Monte dei Cappuccini daliqandin.
Jinên ciwan ala mezin a YPJ’ê daliqandin û piştre meşaleyên kesk û sor ên rengên alê pêxistin.
Temaşevanên li kelha dîrokî der barê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de agahî hatin dayîn û belavok hatin belavkirin.
Jinên ciwan têkildarî çalakiya xwe bal kişandin ser van tiştan. “Me ala YPJ’ê li Monte dei Cappuccini ku yek ji sembolên Torînoyê ye daliqand. Ji ber ku em dixwazin diyar bikin ku em bi hevrêyên xwe yên ku niha li Rojava li berxwe didin re di nava piştevaniyê de ne. Em bi bawerî û hêvî li YPJ’ê dinêrin. Xweparastina wan û parastina gel a ku pêk tînin ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê îmkaneke rast a rizgariyê ye. Rêhevalên YPJ’ê rê li ber pêşerojeke rast û demokratîk vedikin û em ê bi navê enternasyonalîst û biratiyê li cem wan bin.”
Çalakî bi qîrîna dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi zimanê Îtalî û Kurdî bi dawî bû.