NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên YCWK’ê yên Geverê ragihandin ku 13’ê Kanûnê êvarê li dijî qereqola polîsan a Geverê çalakiyek li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku trafo û kozikên qereqolê bi molotof û teqemeniyan nikarin bên bikaranîn.
Berdewamiya daxuyaniya wiha ye: “Yekîneyên me bi fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan wesayîtên zirxî yên polîsan ên piştî çalakiyê hatin. Ev çalakî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hat lidarxistin. Divê ciwan nirxên têkoşînê biparêzin.