ÎTALYA – Ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker-qirker û çeteyên wê yên li ser Rojava dest bi hefteya çalakiyan kirin. Ciwanên enternasyonalîst îro li gelek welatên cuda yên Ewropayê çalakî li dar xistin.
Ciwanên ku li du bajarên cuda yên Îtalyayê çalakî li dar xistin, bang li wan kirin ku li dijî êrîşên li dijî Rojava bibin xwedî helwest.
Yek ji van xwepêşandanan Bolonya ya Îtalyayê bû. Di çalakiya ku ji aliyê rêxistinên Labas û TPO ve hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku divê destkeftiyên li Rojava bên parastin.
Ciwanan li ser avahiyeke dîrokî ya Torre Degli Asinelli ya li bajarê Bologna’yê peyva Rojava biparêze pêşkeş kirin.
Xala çalakiya duyemîn bajarê Reggio nell’Emilia yê Îtalyayê bû. Bi pêşengiya tevgera AQ16’ê mîtîngek ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê hatin qîrîn. Banga parastina Rojava hate kirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.