KERKÛK- Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya ciwanên Partiya Zehmet Kêşan kampaniyayekî alîkariya ji bo koçberên Şehbayê hat destpêkirin. Ji şêniyên Kerkûkê ve alîkariyên madî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê yê ku di encama êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker de mecbûr man cîh û warê xwe koçber bin, tê komkirin.
Gel û ciwan ji bo gelê Kurd û Rojava, banga seferberiyê kirin.