REQA- Endamê Meclisa Ciwanên Pêşerojê ya Sûriyeyê Muhened Ebdulkerîm têkildarî rewşa dawî ya Sûriyeyê û rûxandina rejîma Baas ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve ji ajansa me re axifî.
Ebdulkerîm bal kişand êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker yên ku li ser Minbicê û wêrankirina binesaziya navendên xizmetguzariyê. Her wiha behsa destpêkirina şoreşê kir û bal kişand êrîşên ser xirakirina nirxên şoreşê.
Her wiha behsa girîngiya biryara 2254 kir û tekez kir ku li ser vê bingehê ew rola xwe di yekxistina armancan û yekkirina Sûriyê bi hemû mezhebên wê de bilîzin û anî ser ziman ku wê ev jî di civîn û panelên wan de ye û encam jê werin derxistin.
Ebdukerîm axaftina xwe wiha domand, “Ji bo ku ciwan rastiya xwe binasin û xwe nas bikin, em li ser vê yekê dixebitin û hertim di nav tevgerandinekî de ne. Bila gelê me guh nedin rûpelên ku derewan belav dike, bila rûpelên ragihandinê yên Rêveberiya Xweser û ajansên li Bakur û Rojhilata Suriyê de bişopînin.”
Endamê Meclisa Ciwanên Pêşerojê ya Sûriyeyê Muhened Ebdulkerîm di dawiyê axaftina xwe de bang li hemû neteweyan Surî kir ku ji bo Sûriyeke piralî, ne navendî û parlemanî bikevin lîv û tevgerê.