Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Îro ji pesindayînê zêdetir pêwîstî bi berfirehkirina refên berxwedanê heye”

Edîtor: Nucan Serdoz
15/12/2024 - 22:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
“Îro ji pesindayînê zêdetir pêwîstî bi berfirehkirina refên berxwedanê heye”
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman DAÎŞ  projeya dewleta Tirkiyê ye ku bi navên cuda dixwaze bide rewakirin û got: “Hemû hêzên cîhanê berxwedana YPJ’ê slav dikin. Îro ne bi van pesndanan, pêwîstî heye ku di asta kurewî ya cîhanê de berxwedanê mezin bikin.”

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye: “Komên cîhadîst û hêzeke wekî HTŞ’ê ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve li ser esasê konseptekê hatine amadekirin û ji aliyê Komara Tirk ve tên rêvebirin, bê ku rastî tu astengî û berxwedanekê werin, gihiştin Şamê. Rejîma Baasê ya 61 salî di demeke kurt a 12 rojan de hilweşiya. Sedema ku rejîm di demeke ew çend kin de bê berxwedanî têkçû, ew bû ku di statûkoparêziyê de israr kir û di çareserkirina pirsgirêkên herî bingehîn, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd, bi awayekî kevneperest tevgeriya. Ger rêveberiya Esad ji bo demokratîkbûna Sûriyê gav biavêta, îro ev rewş wê derneketiba holê.

Ev atmosfera serkeftinê ya ku ji aliyê cîhadiyan ve hatiye afirandin, wê bandorên xwe yên demkî hebe. Sûriyeya nû ya ku wê bi vê zihniyetê ava bibe wê ji afirandina Afganistana duyem wêdetir neçê. Lê Sûriye ji dîrokê vir ve malavaniya civakên cuda yên etnîkî û olî kiriye. Em bi matmayî temaşe dikin ka çawa hin kes bê ku li pêkhateya sosyolojîk a Sûriyeyê meyze bikin wekî ku ji komkujiyên ev pergal bi xwe bîne ne agahdarin, ji vê rewşê kêfxweş dibin.

Bêguman dewleta Tirk ji şerê ku 13 sal in gelê Sûriyê tê de ye berpirsyar e. Di van 13 salan de dewleta Tirk û çeteyên wê her tim êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Niha jî bi rêya çeteyên artêşa netewî ya Sûrî ku DAÎŞ bi xwe ye, êrîşî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li ser bingehê azadiya jinê ava bûye, dikin. Hêzên me bi pêşengiya YPJ’ê herêm ji belayeke mezin a mîna DAÎŞ’ê rizgar kirin û herêm veguherandin girava aramiyê ku hemû pêkhateyên cuda yên olî û etnîkî di nava aramî û bextewariyê de dijîn. Lê belê, ev qada aramiyê niha bûye armanca dagirkeriya Tirk. Ev xakên ku di pêşengiya YPJ de, ji aliyê artêşa jin û gelan QSD’ê ve tên parastin, careke din bi gefa DAÎŞ û komara Tirkiyê rû bi rû ne.

Di vê pêvajoyê de ji bo gelên Kurd, Ereb, Durzî, Ermenî, Asûrî û Suryan jî ku em bi hev re li dijî DAÎŞ û Komara Tirk şer dikin û destkeftiyên xwe diparêzin, xeteriyên mezin hene. Ji aliyekê ve ji ber ku pêkhateyên Rêveberiya Xweserin, raste rast tên hedef girtin û ji aliyê din ve jî MÎT dixwaze xwe bigihîne hin eşîran û hewl dide gelan bîne pêşberî hev. Li ser vê bingehê dixwazin li dijî hêzên me êrîş an jî provokasyonan organîze bikin, civat û hin komên Ereb û eşîrên li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tehrîk bikin. Weke YPJ’ê di serî de jinên Ereb em bang li tevahî civaka xwe dikin ku neyên van leyîstok û hîleyan.

MÎT di çarçoveya vê konsepta êrîşê de planên êrîşa li dijî kampa Holê û girtîgehên ku girtiyên DAIŞ’ê lê ne, dike.

Ji girtîgehên ku HTŞ’ê jî vala kirin hin çeteyên DAIŞ’ê hatin berdan. Ji ber vê sedemê herêma me di bin gefeke nû ya DAÎŞ’ê de ye. Metirsiya kontrol li Sûriyê bikeve destê DAIŞ an jî komên bi hişmendiya DAÎŞ’ê tevdigerin pir û pir zêde ye. Di roja îro de tê xwestin DAÎŞ ku projeyeke komara Tirkiyê ye bi navên cuda rewa bikin û hebûna wê bi cîhan û herêmê bidin qebûl kirin.

Di vê mijarê de tê xwestin ku qedera herêmê radestî hêzên herî paşverû yên cîhanê bê kirin. Lê Rojava ji bo gelên herêmê û mirovahiyê weke warê hêviyê wê bi pêşengiya YPJ’ê bi gelê me, gelan û jinan re têkoşîna hevpar bilind bike.

Em di her warî de bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne.

Ji Til Rifat, Minbicê û niha jî Kobanê, armanca dawî ya êrîşên Komara Tirk û çeteyên wê, ango çeteyên DAIŞ’ê, dagirkirin û îlhaq kirina tevahî Rojava ye. Em bang li gel û jinên cîhanê dikin ku li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

YPJ îro li her qadê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve tên rêvebirin, li ber xwe dide. Wê vê berxwedaniyê heta dawiyê jî bidomîne.

Di cîhanê de hemû hêz pesna berxwedana YPJ’ê didin, lê belê îro ji pesindayînê zêdetir pêwîstî bi berfirehkirina refên berxwedanê hey. Divê em têkoşînê mezin bikin û belavî her derê bikin. Êdî dem hatiye ku em van êrîşên Komara Tirk a faşîst rawestînin û hesab jê bixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Bila gelê me guh nedin rûpelên ku derewan belav dike”

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şengal ji bo piştgiriya şoreşa Rojava meşekê li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şengal ji bo piştgiriya şoreşa Rojava meşekê li darxistin

Ciwanên Şengal ji bo piştgiriya şoreşa Rojava meşekê li darxistin

Çalakiyên Milîsên MAKê yên ji bo silavkirina berxwedana Rojava !

Çalakiyên Milîsên MAKê yên ji bo silavkirina berxwedana Rojava !

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.