NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên MAKê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan bi çalakiyên ku li 3 nuqteyên cuda pêk anîne, Berxwedana Rojava silav kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên me;
15’ê Kanûnê saet 20.00’an li Taxa Eskî Kişla ya Geverê derket kolanan. Milîsên me bi fîşekên hewayî berxwedana Rojava silav kirin û bi pêxistina agir çalakiyek li dar xistin.
15’ê Kanûnê saet 21.20’an li Taxa Ormanê ya Geverê li dijî stûna têlefonên destan a dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Stûna mobîl û kamerayên ku bi molotofan hatibûn hedefgirtin, hatin îmhakirin.
15’ê Kanûnê saet 22.00’an li taxa Eskî Kişla ya Geverê li dijî qereqola 75’emîn a polîsan çalakiyek hat lidarxistin. Li navenda polîsan a dagirkeran, ku bi teqemeniya destçêkirî bûne hedef, teqîneke mezin rû da.”