ŞENGAL- Doh li Şengalê, Yêkîtiya Ciwanên Êzidxan (YCÊ) û koma Çand û Hûner Stiya Nexşa, ji bo zarokên şehîdan bernameyekî çêkirin. Zarokên şehîdan ji Şengal, Til Qaseb û Sîba Şêx Xidir li saziya Malbata Şehîdan kom bûn.
Axaftina ku ji aliyê endamê YCÊ Reşo Sîba ve hat kirin bi xêr hatina malbatên şehîdan destpêkir. Di axaftin de bi bîr anîna keda şehîdan û giringiya xwe parastin hate ser ziman.
Koma çand û hûnera zarokan Êzidî Stiya Nexşa bi konserekê biçûk moral û germahiya bernameyê xemiland. Stranên folklora Êzidî, sitranên ji bo Rêber APO û gerîla hat gotin. Zarokên malbatên şehîdan jî bi wan re stranan gotin û çêpikan lêdan.
Her wiha ji zarokan re diyarî hatin dayîn. Herî dawî bi keyfxweşiyekî mezin zarok bi hevre leystok leystin.