TORÎNO – Li bajarê Torîno bi pêşengiya RiseUp4Rojava li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek hate lidarxistin. Gelek ciwanên Kurd û enternasyonalîst beşdarî meşê bûn.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, ciwanên enternasyonalîst û ciwanên Kurd û Parastina Kurdistanê li hev civiyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xistin.
Di çalakiya ku bi sedan kes bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Serkeftina gerîla li dijî hemû emperyalîzmê” meşiyan, axaftin hatin kirin.
Di axaftina li ser navê ciwanên enternasyonalîst de hat gotin, “Enternasyonalîzm ruhê demê ye. “Dijminê me rêxistinkirî ye, lê em bi ruhê enternasyonalîsta Rêber APO xwe birêxistin kirine.”
Du ciwanan behsa 12 salên Şoreşa Rojava kirin.
Nûnerê Non Una Dî Meno got, “Tevlîbûna Şoreşa Rojava tê wateya tevlîbûna şoreşa mirovahiyê.”
Girseya gel hat ber navenda televîzyona RAI, belavok belav kirin û bêdengiya televîzyona RAI protesto kir.
Li qada Dêra Gran Madre ya Torînoyê pankarta ‘Ji bo Rojava rabe’ hat vekirin û agirekî mezin hat pêxistin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Ji Rêber APO re azadî”, “Jin Jiyan Azadî” û “Em hemû PKK’î ne” bi dawî bû.