BARCELONA – Li Barcelonayê bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek hate lidarxistin. Di panela li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SNA’yê de, banga parastina Şoreşa Rojava hate kirin. Her wiha rewşa şer û pêvajoya siyasî hatin nirxandin.
Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku bi çi rengî dikarin piştgiriyê bidin Rojava û li gorî vê yekê jî parastina mafên bindestan ji bo hevdû hate destnîşankirin.