NAVENDA NUÇEYAN- Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî hatibû ragihandin. Fermandariya QSD’ê jî, bang li tevahiya ciwanan kir ku di eniyên berxwedanê de cihê xwe bigirin.
Piştî bangên hatine kirin, li tevahiya herêmê jin, ciwan, kal-pîr sefer bûne û gund-bajarên xwe diparêzin.
Li başûr-rojavayê Kobanê ku ev zêdetirî 10 rojan e bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû ye jî, ciwan sefer bûne.
Li eniyên şer şervanên QSD û YPJ’ê berxwedanek mezin nîşan didin û bersiva êrişan didin. Li gund û bajaran jî li hemberî şaneyên veşartî û kesên dixwazin tevlîheviya derbixînin gel parastinê dike.
Ciwanên bajarê Sirrinê yê li başûr-rojavayê Kobanê jî, tevlî serferberiyê bûne û bi şev-roj li kolanan nobedariyê dikin.
Ji ber êrişên dagirkeran ên li ser bendava Tişrînê, ceyran tune ye, lewma di tariyê de. Ciwan jî li hemberî hewldanên tevlîheviyê li kolanan e.
‘DIVÊ EM PARASTINÊ BIKIN’
Ciwana bi navê Rodîn Mihemed 22 salî ye ev 12 rojin parastina kolanên Sirrînê dike. Rodîn ku ji bo parastina gel û axa xwe çek hilgirtiye û dibêjê; “Ji bo ku dijmin nekeve erdê min ez di nav parastinê de me. Divê xwedî li ax û şehîdên xwe derbikevin. Di serî de ciwanên me divê herkes parastina kolanên xwe bike. Şervanên me di xeta yekem û dûyemîn de ne, divê em jî di kolanên xwe de parastinê bikin da ku pişta şervanên me qewîm be.”
`HEMÛ HEVALÊN ME DI PARASTINÊ DE NE`
Nesra Ehmed a 22 salî jî, ji saet 20.00’an heta saetên sibehê kolanên xwe diparêze. Nesra dibejê; “Rewşa Sirrînê baş e. Hemû hevalên me di nava parastinê de ne. Em ji bo parastina welatê xwe derketin. Daxwaza min ew e ku hemû ciwan ji bo welatê xwe derbikevin parastinê.”
Çavkanî: ANH