NAVENDA NUÇEYAN- Hate ragihandin ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di 14’ê Kanûnê de MÎT, Parastin û ENKS’ê civîneke hevpar lidar xistin. Li gorî agahiyan civînê 3 saetan dewam kir.
Tê gotin, di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî tifaqa Kurd a li Rojava nebe.
Piştî vê biryarê, gotinên rêveberên ENKS’ê yên li dijî tifaqa Kurd zêde bûn.
Hate destnîşankirin ku Barzanî û dewleta Tirk li hev kirine û ENKS jî li gorî vê biryarê tevdigere.