Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ciwanên Kampa Talayan ji Şerê Gel a Şoreşgerî re amade ne

Edîtor: Nucan Serdoz
18/12/2024 - 13:08
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Rojava, Şerê Gelê Şoreşgerî, Taybet, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

HESEKÊ- Di çarçoveya hemleya seferberiyê de ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Kampa Talayan a ku koçberên Serêkaniyê lê dimînin, perwerdeya çekan ji ciwanan re hate dayîn.

Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeyê dan û nêzî 15 ciwan û jinên ciwan tevlî bûn.

Di vê dema krîtîk de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên dijwar li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin, girîngiya Şerê Gel ê Şoreşger careke din derdikeve holê. Di vê têkoşînê de ku ji 7 salî heta 70 salî divê her kes bi awayekî aktîf tê de bileyize, bêguman erka herî girîng dikeve ser milê ciwanan.

Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê derbên mezin li hêzên dagirker dixin û berxwedaneke dîrokî ji aliyê şervanan ve tê nîşandan. Li ser vê bingehê ciwanên Kurd, Ereb, Asûrî û Ermenî jî bi sekna li kêleka cangoriyên azadiyê erka parastina ax û gelê xwe digirin ser milê xwe.

Tevgera Ciwanên Şoreşger dema ji bo girtina tedbîrên ewlekariyê li kolanan û li ser rêyan dixebite, di heman demê de perwerdeya xweparastinê dide ciwanan ku çawa li hember êrîşên muhtemel xwe biparêzin.

Ciwanên ku duh êvarê hatin cem hev li ser vê bingehê perwerdeya çek hat dayîn. Di perwerdeya ku ji aliyê hêzên asayîşê ve hat dayîn de, li ser esasê çi taybetmendiyên çekê çiye, çawaniya vekirin û girtina çekê û çawaniya bikaranîna çekê perwerde hate dayîn. Di qonaxa ewil a perwerdeyê de ciwan dê sibê pratîka xwe bikin.

Koçberê Serêkaniyê Ganem Hemûd ku beşdarî perwerdeyê bû, der barê pêvajoyê de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kir.

“Em niha li kampa Talayan in. Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo perwerdehiyê alîkariya me dike. Ji bo alîkariya hevrêyên xwe yên li eniyê şer bikin divê em li hemberî dijmin rawestin û teslîm nebin. Li ser vî esasî em perwerdeyê dibînin.

Niha dewleta Tirk a dagirker hewl dide di navbera Ereb û Kurdan de nakokiyan derxîne. Weke jineke ciwan a Ereb em diyar dikin ku em ê nekeve van hîleyan. Ez bang li hemû hevrêyên me yên Ereb, Kurd û Suryanî dikim ku bi me re li dijî dewleta Tirk a dagirker bimeşin. Ez bang li hemû ciwan û jinên ciwan jî dikim; Li ser esasê xweparastinê xwe perwerde bikin. Em ê teslîm nebin, em ê heta dawiyê li hemberî dijmin bisekinin. Di dawiyê de em bang li hemû êhevalên xwe yên jinên ciwan û ciwan dikin ku tevlî seferberiyê bibin. Werin em li eniyên şer berxwedana xwe mezin bikin.”

 

Endamê Asayîşa Kampa Talayan Omer Ezîz bi dayîna perwerdeya çekan ji ciwan û jinên ciwan re erkên xwe bi cih tîne.

“Em li kampa Talayan in. Li ser esasê Erka Xweparastinê me dewreya fêrbûna çekan vekir. Îro me dersa vekirin û girtina çekê da. Her wiha dê di demeke nêz de dersa bikaranîna çekan jî were dayîn. Li ser vê bingehê em li her derê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker destekê didin hevrêyên xwe. Em bang li hevrêyên xwe dikin, werin tevlî pêngava seferberiyê bibin. Bi beşdariya bi van perwerdeyan ve em dikarin li eniyê şer de gel rêhevalên xwe cîh bigrin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hewlêrê tifaqa qirêj a MÎT, Parastin û ENKS

Nivîsa Pêş

ERDOGAN PÊŞKIRTINA TERORÎZMA ROJHILATA NAVÎN E

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ERDOGAN PÊŞKIRTINA TERORÎZMA ROJHILATA NAVÎN E

ERDOGAN PÊŞKIRTINA TERORÎZMA ROJHILATA NAVÎN E

Banga Ciwanên Kobanê: Em ê nehêlin dijmin bikeve van xakan

Banga Ciwanên Kobanê: Em ê nehêlin dijmin bikeve van xakan

Manşet

  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.