NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Rodîn Mihamed ku beşdarî Bernameya Nîvrojê ya Televizyona Medya Haber bû, bang li ciwanên Kurdistanê kir ku Rojava biparêzin.
Mihamed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike û got, “Ji bo bidestxistina van destkeftiyan bi salan e me gelek bedel û şehîd dane, teqez em ê li vir paşde gav navêjin.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger amaje bi wê yekê kir ku hemû êrîşên heta niha hatine pûçkirin û dewleta Tirk neçar maye paşde gav biavêje û got, “Gel û ciwanên Kobanê mîna sala 2014’an wê niha jî paşde gav navêjin.”
Rodîn Mihamed diyar kir ku bi taybet ciwan li dijî gefên êrîşa li ser Kobanê seferber dibin û bang li hemû ciwanan kir ku Kobanê biparêzin.
Rodîn Mihamed destnîşan kir ku bi taybetî ciwanên Bakur, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê divê piştgiriyê bidin vê berxwedanê û bi ruhê sala 2014’an tevbigerin û got, “Em di serdema azadî û berxwedanê de ne. Ev gel heta niha teslîm nebûye û wê teslîm nebe. Em bê kehrebe û bê av jî bimînin, heta nefesa xwe ya dawî,yek ji me jî bimîne em ê nehêlin dijmin bikeve van xakan.”