NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîtan Roj ku bû mevanê Bernameya Taybet a Jin TV, bang li jinên ciwan ên Kurdistanê kir ku berê xwe bidin Kobanê.
Roj, ku di destpêka axaftina xwe de şervanên ku li Şehba, Minbic, Tişrîn û Qereqozaxê şerekî mezin li ber xwe dan û şehîd bûn, bi bîr anî û got, “Ez ji vir têkoşîna şervanên QSD û YPJ’ê jî silav dikim. Niha dewleta Tirk a dagirker bi hincetan hewl dide êrîşî Kobanê bike. Dagirkerên ku li bendava Tişrîn û Qereqozaxê têk çûn, dîsa dest bi êrîşan kirin û bi van êrîşan ve dixwazin bikevin Kobanê.”
Bêrîtan Roj bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de bi pêşengiya şervanên YPJ’ê li Kobanê têk çû û got, “Îro şervanên QSD û YPJ’ê derbeyên mezin li dijmin dixin. Em dizanin ku Şoreşa Rojava şoreşek e ku di pêşengiya jinan û bi taybet jinên ciwan de bi ser ketiye. Jinên ciwan çek hilgirtin û şer kirin. Dema em îro lê dinêrin, jinên ciwan ên şervan roleke mezin dilîzin, jinên ciwan pêşengiya vî şerî dikin.”
Bêrîtan Roj diyar kir ku di 1’ê Kanûnê de weke Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi pêngava seferberiyê kirine û got, “Em hemû dizanin ku yên pêşengiya van şeran dikin ciwan û jinên ciwan in. Ji ber vê yekê em îro dibêjin divê her jinek ciwan xwe ji parastina welatê xwe berpirsyar bibîne. Pêwîste xwe berpirsyarê dijî van êrîşan bibîne û li ser vê bingehê divê em hemû berê xwe bidin Kobanê. Çawa ku di sala 2015’an de bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan êrîş hatin şikandin, îro jî wê bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan ev êrîş bên şikandin.”
Roj diyar kir ku dijmin ji hêz û vîna ciwan û jinên ciwan ditirse û got, “Ji ber vê yekê dijmin bi rêya çapemeniyê hewl dide bê moralî û tirsê di nava gel û ciwanan de çêbike. Divê ciwan û raya giştî ji van derewan bawer nekin. Divê em bi hêz û vîna xwe bawer bin. Dê kes ji derve neyê û axa me ne parêze. Li ser vê bingehê li ser esasê stratejiya ŞerêGel ê Şoreşgerî divê her jin û ciwan berê xwe bidin Kobanê. Bi vî rengî em dikarin bi rihê ciwanan êrîşên li wir bişkînin.”