QAMIŞLO – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li beramberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê, ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve ji bo tevlîbûna hêzên parastinê banga seferberiyê hat kirin.
Ciwanên Kurd û Ereb ên bajarê Qamişlo bersiva banga seferberiyê dan û li dijî dagirkeriyê Tirkiyê û çeteyên wê berê xwe dan enîyên şer. Ciwanan rext û sîlehên xwe amade kirin û wê li keleka hêzên QSD cihê xwe bigirin. Ciwanan diyar kirin ku ew wê ji bo jiyanekî bi rûmet parastina xaka xwe bikin li hemberî dijmin bisekinin. Ciwanan banga hemû ciwanan kirin ku erkê xwe yê welatparêziyê pêkbînin û ew jî tevlî seferberiyê bibin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Dijwar Qamişlo wiha axivî: “Em niha hezirtiya xwe dikin, em diçin şer. Hêviya me ji bo her ciwan di Rojava de ew e ku ew jî xwe amade bikin û tevlî seferberiyê bibin. Em nahêlin dijmin bikeve axa me.”
Her wiha, Roj Qamişlo ku ew jî bersîv da banga seferberiyê wiha anî ser ziman: “Em jî wek jinên ciwan tevlî vê seferberiyê dibin û niha ji bo vê şer xwe amade dikin. Ez wek jinekî ciwan ê Qamişlo ez dibêjim, eger em yek bin û rihê me yek be emê bikaribin demokrasî li herêmê biparêzin”.