NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rûpelên xwe yên fermî daxuyand ku Hêzên Meclisa Reqa ya Leşkerî operasyona paqojkirina bajarê Meidan û derdora wî bi dawî kir, ewlehî û îstîqrar vegerand. Ew operasyon, piştî êrişa vê êvarê ya şaneyên tên gumankirin ku yên girêdayî çeteyên DAIŞˋê, pêk hat.