KOBANÊ- Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê der barê banga serferberiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Yekitiya Jinên Ciwan a li bajarê Kobanê ji aliyê endama yekitiyê Îslim Îbrahîm ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek jinên ciwan ên Kobanê piştgiriya şervanên xwe bikin û piştgiriya QSD`ê dikin. Em tu carî dest ji axa xwe bernadin, emê li kêlek şervanên xwe têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Me çawa çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de tune kir em ê careke din çeteyên dewleta Tirk di Kobanê de tune bikin.”
Yekitiya Jinên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de got: “Em jinên ciwan her tim amade ne, em ê li ber xwe bidin û bê navber li kêleka şervanên xwe tê bikoşin. ”
Çalakî bi dirûşma “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê Mislim Îbrahîm ku tevlî seferberiyê bû ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman:
“Em ê li dijî hemû êrîşan bajarê xwe biparêzin. Em yek bi yek perwerdehiya çekan didin hemû jinên ciwan ên li bajarê Kobanê da ku karibin xwe û axa xwe biparêzin. Em helwesta Arîn Mîrkan, Şehîd Sara, Şehîd Bêrîtan li beramberê dijmin ji xwe re mînak digrin divê em xwedî wan hevalên şehîd derbikevin. Wekî wan hevalan gelek heval henin ku li bajarê Kobanê berxwedan, tekoşîn kirin û ji me re bûn mînak. Wek jinên ciwan em li kuderê bin kîjan bajarê bin divê em rabin serhildanê û xwedî erkên xwe yên welatparêziyê derbikevin. Divê em xwedî gel û welatê xwe derbikevin.”