NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya roja 13’emîn a şer ragihand. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku 35 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin.
Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyên dewleta Tirk piştî nîvro ji 2 aliyan ve êrişê Bendava Tişrînê kirin. Di tevahî rojê de 35 çete hatin kuştin bi dehan jî birîndar bûn. 2 wesayîtên bi zirx ên çeteyan hatin rûxandin û gelek cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.