NAVENDA NÛÇEYAN- Zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan dewam dikin, divê çarçoveyê de 8 ciwanên Kurd yên xelkê Kirmaşanê, di nava heftiyekê de hatin binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku hefteya borî 8 welatiyên Kurd yên bi navê Umêd Salhî (17), Aymin Sefayî (21), Komar Salhî (23), Hêmin Palanî (25), Irfan Muradî (25), Xalîd Kemerî (27), Peyam Rencber (27) û Kawe Suhrabî (22) yên xelkê bajarokê Serpêl ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê hatine binçavkirin.
Hate gotin ku her 8 welatî jî di serdegirtina malên xwe de hatine binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.
Li gorî çavkaniyê, kesên hatine binçavkirin, ji ber peyamên piştî rûxîna rejîma Esed di malperên xwe yên torên civakî de belavkirin, hatine binçavkirin.