NAVENDA NUÇEYAN- Gotara Hîwa Azad ku di Navenda Lêkolînên Kurdistanê de hatiye weşandin:
“Gava ev nîvîs dihat nivisandin du rojnamevanên şoreşger, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliye dewleta dagirker û faşist a Tirkiyê ve hatin şehîdxistin. Careke din hate dîtîn ku dewleta qirker û dagirker di dema qirkirina Kurdan de jî naxwaze dengê Kurdan were bihîstin. Ji bo wî êrîşî hemû nirxên me dikin.
Em hevalên ku bûn deng û zimanê heqîqetê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr tînîn bejna xwe li ber bîranînê wan ditewînin.
Gotineke Kurdî dibêje; “diza ji dizan dizî erd û ezman lerizî.”
Desthilatdariya faşist a BAAS’ê hilweşiya li şûna wî DAİŞ’iyên ku navê xwe guhertine ketin Şamê! Piştî têkoşîna sêzdeh salan li Sûriyeyê bi alîkariya hêzên navdewletî û dewleta Tirk rejîma BAAS’ê hilweşiya Cîhadîstên tundrew yên ku di bin sîwanê HTŞ’ê de hatine ba hev li paytext Şamê bi cîh bûn.
Wek tê zanîn di sala 2010’an de li dijî rejîmên dîktator serhildanên gelên Ereb destpêkirin. Gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka’yê li hember desthilatdariyên monarşîk û dîktator bi xwesteka azadî, demokrasî û wekheviyê rabûn serhildanê. Gelan xwestin xwe ji birçïbûnê, rêvebirên bêaxlaq, netewdewletên faşist û yekperest xelas bikin.
Ji ber mezinbûn û firehbûna serhildanan ku hema hema li tevahî welatên Ereb belav bûn pêvajo wek “Bihara Ereban” hate binavkirin. Lê ji ber ku pêşengatiyekî daxwazên gelan di aliyê felsefî, bîrdozî, leşkerî û siyasî de bi rêkûpêk bike, bi rêxistin bike tunebû pêşengtiya şoreşê ket destê hêzên hegemonîk û rexistinên tundrew.
Van hêzan berê herikîna bayê şoreşê guhertin, hêrs û hêza gelan ên li dijî rejîmên riziyayi xistin xizmeta armanc û berjewendiyên xwe. Li hemû welatan serhildanên gelan a ji bo şoreşa azadiyê veguherî guhertina desthilatdariyê.
Li gelek welatan desthilat hatin guhertin lê mixabin di pergala Netew-dewlet û jiyana gelan de tu guhertin nehatin çêkirin. Hêzên navnetewî û desthilatdarên heremî destê xwe dan hev, daxwazên gelan a guhertina pergala mêtinkar dan aliyekî, bi şoreşê lîstin û daxwazên gelan a guhertinê îstîsmar kirin.
Herî dawî piştî êrîşên 27’ê Mijdara 2024’an, di hilweşandina rejîma BAAS’ê de jî hate dîtin ku, bûyerên li Sûriyeyê qewimîn ji dîzîna şoreşa gelan zêdetir tiştek din nebû.
Di rastiyê de yên ku li Sûriyeyê biser ketin ne gel, ne jî çeteyên dewleta Tirk DAİŞ û HTŞ’ne. Aliye biser ketin siyaseta hêzên navdewletî û İsraîle.
Bi vî awayi derî li qeyran û kaosên nû vebûn. Vê pêvajoyê mirov dikare wek vebûna qutiya Pandora bi nav bike.
Koma bi navê HTŞ tê binavkirin hêzeke komkirî bermayiyên DAIŞ’ê ne. Ji gelek grûpên cîhadîst yên cûda pêk tên. Di nav van hêzan de El Qaîde, Cephet El Nusra, DAIŞ, komên Selefî û İxwanî hene. Armanca kom û kesên beşdarî şerê çekdarî bûne ne pêşxistina azadî, demokrasî û wekheviyê ye. Armanca wan li ser esasê mezheba Sunitiyê bicîhanîna desturên şerîatê ye.
DAIŞ û hevalbendên wî, li ser xwesteka xwediyên xwe cilê xwe guhertin, lê belê fikrê xwe neguhertin. Ji bo gihîştina armancê di amûr û alavên xwe de guhertin pêkanîn, lê di hedefên xwe de guhertin çênekirin.
Ji bo ku mirov bizanibe ji vir şûnde li Sûriyeyê dê çi biqewime mirov li şirîkên van koman binere bes e!
Di esasê xwe de film nû dest pê dike. Xirabek bi navê BAAS çû lê wisa diyare rewşeke xirabtir li pêşiya gelên heremê ye. Ji xiraban xirabtir dixwazin bibin desthilatên dewleta nû. Yên kû hatine Şamê ji Esad pir baştir nînin. Pêlîstokên dewleta Tirk û hêzên dagirkerin. Xeteriya qirkirinên nû li ser gelên heremê heye! Bi taybet Kurd, Elewî, Durzî û Erebên demokrat di bin metirsiya qirkirinê de ne.
Ji aqlê cîhadîstan demokrasi, azadî û wekhevî dernakeve.
Bi taybet dewleta faşist û dagirker ya Tirkiyê dixwaze rewşa nû ya li Sûriyê diqewime wek şoreşekî pênase bike. Dixwaze İxwanî û DAIŞ’iyan wek şoreşger bidin nasîn. Di bernameyên TV’yan de Muhammed El Colanî wek serokê şoreşê diwerimînin. Bê gûman tişta ku li Sûriyê rû da ne şoreş bû. Berovajî, kuştin û pêşîlêgirtina şoreşê bû.
Heta mirov dikare bibêje komployekî dewleta dagirker a Tirkiyê’bû li dijî gelê Kurd. Bi cil û kirasên “modern” dixwazin DAIŞ’iyên kevn bifroşin gelên heremê û hêzên navdewletî.
Xaleke din a girîng ew e ku Erdoxan û dewleta Tirkiyê dixwaze cîhadistan bixe xizmeta armancên xwe. Niha ev hêzana, bi taybet hêzên girêdayê Erdoxan xizmeta armancên dewleta Tirk dikin. Ji destpêkirina şerê Sûriyê heta niha çeteyên dewleta dagirker a Tirkiyê her roj êrîşî Kurdan dikin. Armanca dewleta dagirker a Tirk jî ewe ku hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rake, herema Rojava û Rêveberiya Xweser tune bike, Kurdên azadîxwaz qir bike.
Dewleta dagirker dixwaze di avabûna pergala nû ya Sûriyeyê de xwedî rolekî esasî be. Ew dixwazin hikûmeta nû ya li Şamê ava bibe xizmeta Tirkiyê bike û li dijî Kurdên Rojava şer bike. Ji bo vê yekê dixebite. Ji MİT’ê bigre hemû sazî û dezgeyên eskerî û siyasî ya dewleta Tirk ji bo bidestxistina desthilatdariya Şamê û tunekirina Kurdan dixebite.
Têkiliyên dewleta dagirker a bi PDK û ENKS’re jî li ser heman babetê ye. PDK û ENKS amûrekî qirkirina Kurdane di deste Tirkiyê de. Gotin û kiryarên wan wek hevin. Bi MİT’a Tirkiyê re tevdigerin. Armanc û amûrên dewleta Tir a dagirker û PDK’ê yekin. Dixwazin Kurdên azad, Kurdên ne di bin kontrola wan û xizmeta wan de ne tune bikin.
Siyaseta PDK û amûrê wî ENKS’ê li Rojava dimeşîne rûreşiyeke mezine ji bo dîroka gelê Kurdistanê. Mirov dema rêvebirên PDK û ENKS’ê guhdar dike ji Kurdbûyina xwe şerm dike. Çawa dibe Kurdekî ewqas dijminê qewmê xwe be! Ewqas kîn û nefret çiye? Çima ewqas di hembêza Tirkên dagirker û qirker de dijminatiya kurdan dikin? Li hember dîroka Kurdistanê sûcekî mezin dikin. Bêhurmetî li dijî şehîdan û destkeftiyên gele Kurd dikin. Welatparêzî hesabên biçûk ranake. Mirovên welatparêz ji bo welatê xwe biparêze li dijî dagirkeran disekine. Ne li cem dagirkeran!
Gelê me, yê çar parçeyên Kurdistanê baş dizane ku dewleta faşîst ya Tirk ne dostê Kurda ne. Dostaniya ku bi PDK’ê û ENKS’ê re dikin ji bo tunekirina PKK’ê û mafê bingehîn yê gelê Kurd e.
Pêwîste herkes vê listokê bibîne. Rê nedin siyaseta parçekirinê. Em parçe bibin emê lawaz bibin, em lawaz bibin, nikarin tiştên ku em dixwazin bikin û pêk bînin.
Dewleta dagirker a Tirk jî di nav de, hêzên navdewletî dixwazin li Sûriyê pergalekî nû ava bikin. Li ser çawaniya dewleta nû ya Sûriyê guftugo tên kirin. Dewleta nû, navendî be yan federal be nîqaş tên kirin. Herkes li gorî berjewendiyên xwe kirasekî ji Sûriyê re dibire. Bernameya gelek hêzan li ser avabûna Sûriye ya nû heye.
Bernameya Kurdan, Rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî hene. Bernameya herî rast û rê li pêşiya çareserkirina pirsgirêkên heremê veke bêgûman ya Rêveberiya xweser e. Bihevre jiyankirina gelan, olan û mezheban bi lihevhatinekî demokratik dibe. Ji derveyi vî her xwe ferzkirinek wê bibe sebebê qeyran, şer û pevçûnên nû.
Bêgûman yên pir çandî, pir rengî, dewlemendiyên vî cografyayê nebînin û li gor wê siyaset nekin, li ser hîmê demokrasî û azadiyê çareseriyê pêşnexin bi wan re jiyankirin nabe.
Ji hişmendiya yekperest û ezezî ne demokrasî çêdibe ne jî azadî û wekhevî pêşdikeve.
Demokrasî çand e, axlaqe, Zanîste. Parverkirin, yekitî û ahenga di navbera gelan û cûdahiyandaye.
Demokrasî cûdahiya ji bo xwe xeter nabîne, berovajî, hemû cûdahiya weke dewlemendiyekî bingehîn digre dest.
Desthilatên faşît û cîhadîst cûdahiyan qebûl nakin. Yekperestî û ezeziyê esas digirin.
Hêzên Ewrûpî, Emerîka, Tirkiye dixwazin van kesên cîhadîst makyaj bikin û weke demokrat nîşan bidin lê bêfeydeye.
Di aliyekî din de jî, kî, kê bikartîne nediyare. Niha gelek kes dibêjin Amerika û Ewrûpa van hêza bikartîne.
Yane wisa be?
Rewşeke wisa heye ku destê kê di bêrîka kê de ye ne diyare.
Tişta diyar ewe ku Tirkên Faşîst dixwazin pêşî li azadiya Kurdan bigirin û Kurdan tune bikin.
Xeteriyên mezin li ser hebûna gelê Kurd heye. Dewleta faşîst a Tirk pir vekirî û eşkere dibêje ku “me şaşitiya ku ji bo Bakurê Iraqê kir, (mebesta wan Başûrê Kurdistanê ye) em li Suriyê nakin.” (mebesta wan Rojavayê Kurdistanê ye.) Li gorî vê rastiyê siyaset û stratejiya xwe diyar kirine. Ev gotin jî dide diyarkirin ku Parastina Başûrê Kurdistanê bi Parastina Rojava re girêdayi ye.
Li Rojhilata Navîn alozî dê hîn berdewam bikin. Ev pêvajoyekî serûbin bûyinê ye. Demdirêje. Ji nûve dîzaynkirina heremê dem dixwaze.
Lê dema me tuneye!
Li hember polîtikayên faşîzma AKP-MHP’ê hişyarbûn ne bese. Tevgerandina li meydanê pêwîst dike.
Bi feraseta “Îro zû sibe dereng e” tevgerandin pêwîst dike. Kî, çi ji deste wî tê pêwîste texsîr neke û bike.
Derfet îro heye sibe tuneye.
Sûriye ji rejîma faşist a BAAS’ê xelas bû, lê ev nayê wê wateyê ku ji vir şûnde wê her tişt baş bibe.
Dem xwe parastin û avakirina pergala azadiyê ye.