NAVENDA NUÇEYAN- Di operasyona hevpar a hêzên QSD’ê û hêzên koalîsyona navneteweyî de, 18 kesên ku gumana wan tê dîtin ku girêdayî çeteyên DAIŞ’ê ne, hatin girtin.
Der barê mijarê de Navenda Çapemeniya QSD’ê ev agahî parve kir:
“DAIŞ’ê ku di demên dawî de hewl dide ji rewşa kaotîk a Sûriyeyê sûd werbigire, dest daniye ser gelek cebilxane û hem li biyabana Badî û hem jî li herêmên din derfetên êrîşê dîtine.
Yek ji van herêman bajar û bejahiya Reqayê ye. Piştî vê rewşê hêzên me şevê din li Reqayê bi Koalîsyona Navneteweyî re çalakiyek hevpar li dar xistin.
Di encama operasyonê de çeteyên DAIŞ’ê û 18 kesên ku tê gumankirin girêdayî DAIŞ’ê ne, hatin girtin.”