NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî nuçeyên ANHA parvekiriye şaneyên çeteyên DAIŞˋê li gundê Sebhe yê gundewarê bakurê kantona Dêrazorê li nêzî bajarê Bisêra êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.
Hat diyar kirin ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê da û çete reviyan. Her wiha ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyan û lêgerîna wan hêzên ewlehiyê operasyon da destpêkirin.
Di navbera çend saetan de ev êrişa duyemîn a şaneyên çeteyên DAIŞˋê li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn e. Beriya çend kêliyan şaneyên çeteyên DAIŞˋê êrişî bendeke kontrolê ya li bajarê Şedadê yê gundewarê başûrê Hesekê kiribû.