BREMEN – Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SMO yên li ser Rojava protesto kirin.
Her wiha ciwanan bertek nîşanî qetilkirina kedkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 19’ê Kanûnê de di encama êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst de hatin qetilkirin, dan.
Di daxuyaniya xwe de ciwanan wiha gotin; “Em weke ciwanên şoreşger êrîşên li ser Rojava şermezar dikin. Em li ser şopa hevalên xwe yên şehîd in. Em ê tu carî dest ji rêya wan bernedin û em ê li ser vê rêyê bimeşin.”
Ciwanan her wiha bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO û gotin, “Em ê çalakiyên xwe bidomînin û heta tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bibe em ê her tim li kolanan bin.”
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û Şehîd Namirin dawî li çalakiya xwe anîn.