NAVENDA NUÇEYAN- Li gor nûçeya Kolbernews’ê, ciwanekî Kurd bi navê Ramyar Mihemed Zade (19) yê xelkê bajarê Serdeşt ku niha li Pîranşarê dimîne, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê ve cezayê 32 salan ê girtîgehê lê hat birîn.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku dadgeha rejîmê bi tometa ‘propagandaya li dijî hikûmetê û alîkariya partiyeke muxalefetê’ ceza li wî ciwanê Kurd biriye.
Beriya niha jî di meha Gulanê de hêzên rejîmê bi ser mala Ramyar Mihemed de girtibûn. Ramyar 2 mehan hatibû binçavkirin. Piştre bi şertê kontrola edlî bi awayek demkî ji girtîgehê hatibû berdan. Herî dawî di meha Îlonê de carek din hatibû binçavkirin û biribûn girtîgeha Nexede yê.