NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê vê sibehê êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li nêzî Bendava Tişrînê têk bir. Hêzên me li gelek gundên derdora bendavê ku çete wek jêdera êrişên li dijî hêzên me bi kar dianîn, operasyona lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin. Operasyona lêgerînê dewam dike.
Di nava refên çeteyan de alozî çêbûye.
Li derdora Pira Qereqozaqê jî, erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat teqandin.”