FRANKFURT – Komek çalakvanan pankartek ji bo piştgiriya berxwedana Rojava li kilîse ya “St. Katharinenkirche” li bajarê Frankfurtê daliqandin. Li ser pankarta bi dirêjahiya 15 metreyan wiha hatibû nivîsandin: “Dest ji Kobanê berdin”. Di heman demê de çalakgeran nameyek vekirî ji civatê kilîse re nivîsandin û diyar kirin ku çima ev çalakî hat kirin.
Di nameyê de bal tê kişandin ser rewşa Kobanê; “Kobanê li dijî berxwedana DAIŞ’ê bûye sembol. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk wekhev û azad di nava civakê avakirin. Tevî daxuyaniyên û xwesteka aştiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ser Rojava didome.”
Her wiha di nameyê de di serî de rola dewleta Almanya û Wezîrê Karên Derve hate rexnekirin; “Elmanya gorî xwesteka dewleta Tirk tevdigere.” Bi taybetî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve ku xwestibû Kurd li Rojvayê çekan deynin, hat rexnekirin.