NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Azadiyê Kurdîstanê (MAK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Geverê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan êrîşeke bombeyî pêk anîne û di encama çalakiyê de gelek dagirker birîndar bûne.
Daxuyanî wiha ye:
Roja 24’ê Kanûnê saet di 21.30’an de li Taxa Eskî Kişla ya Geverê hêzên me li dijî wesayîteke zirxî ya dagirkeran çalakiyek bombeyî pêk anîn. Milîsên me destpêkê pankarta silavkirina berxwedana Rojava daliqandin. Piştre jî wesayîta zirxî ya polîsan a bi tîpa akrep a ku gihişt qada çalakiyê, bi bombeya li ser rê hatiye bicîkirin hate hedefgirtin. Di encama teqîna dijwar de wesayiteke zirxî derbeke giran lê ket û kesên di hundir de birîndar bûn. Piştî teqînê gelek hêz û ambûlans sewqî herêmê hatin kirin, hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehat zelalkirin. Piştî pevçûnên demdirêj ên bi dagirkeran re li taxê, milîsên me bi saxî vekişiyan.”