QAMIŞLO- Ciwanên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ruhê seferberiyê li eniyên herî pêş ên şer dewam dikin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo ku li eniyên pêş ên Minbicê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin, bang li ciwanan kirin ku tevlî seferberiyê bibin.
Ciwanê banga seferberiyê li hemû ciwanên Şoreşger kir û got, “Ez bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikim; di serî de ciwan û jinên ciwan divê rabin ser piyan û tevlî vê seferberiyê bibin. Ciwanên me yên herêma Cizîrê. Hemû ciwan û jinên ciwan ên li Hesekê, Qamişlo, Dêrîk, Amûdê werin û tevlî seferberiyê bibin.”