NAVENDA NUÇEYAN- Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên têkoşîna dijî şaneyên DAÎŞ’ê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kantona Reqayê gelek çek û cebilxane desteser kirin û hevkariya şêniyan silav kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û got li taxeke Reqayê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê operasyona lêgerîna befireh li dar xist.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Îro, (25ˋê Kanûnê), hêzên me yên beşên Operasyonan û hêzên Taybet (H.A.T) li derdora girtîgeha navendî ya Taxa Rumêla ya bajarê Reqayê, operasyona lêgerîna berfireh pêk anî. Ev operasyon li ser bingeha agahiyên rast û piştrastkirî yên der barê hebûna şaneyên terorîstî yên girêdayî DAÎŞ’ê de pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev şane li gelek cihên li bajarê Reqa û gundewarê hene. Bi wê re pêwîst bû ku hişyariyeke ewlehî ya zêde ji bo rûbirûbûna tavilê bi van gefan bê kirin.
Ev operasyon li hember zêdebûna çalakiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê li nava bajarê Reqa û gunewarê wê hate destpêkirin.
Di çarçoveya operasiyonê de, hêzên me dest danîn ser gelek çek û alavên qedexekirî.
Çek û alavên hatine desteserkirin wiha ye:
Damanceya Star a dirêj: 1
Damanceyên guhartî: 4
Cercorên tijî: 23
Guleyên klaşînkov: 243
Cercorên vala: 13
Çekên klaşnîkov: 13
Dûrbîna rojê: 1
Telefona (Hot 9): 1
Kêra çekê: 1
Rext: 4
Hêzên me hevkariya gel silav dike. Agahiyên gel û piştgiriya wî di serkeftina vê operasyon û xurtkirina ewlehiya li herêmê de xwedî roleke mezin û hêja ye. Hevkariya şêniyan bi hêzên me re ruhê nîştimanî yê bilind û xwesteka hevbeş a têkbirina terorê û parastina civakê ji her gefekê nîşan dide.
Hêzên me teqez dikin ku ew ê li dijî şaneyên terorîst operasyonên xwe dewam bikin ewlehî û aramiya herêmê misoger bike. Em xebatên hêzên xwe yên tevahî beşên ewlehiyê ku beşdarî vê operasyonê bûne, silav dikin û spasiyên xwe yên taybet ji xelkê piştgiriya me kiriye û bawerî bi me kiriye re, dişînin. Em bang li xelkê xwe dikin ku ji bo xurtkirina ewlehî û têkoşîna dijî terorê di pêşkêşkirina agahiyên xwe de dewam bikin.”