NAVENDA NUÇEYAN- Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîvisand:
“Di seranserê dîrokê de hemû şer ne tenê bi sîlehan hatine meşandin. Motîvasyona serkeftinê timî bûye faktoreke sereke. Ji ber vê yekê jî, ji bo di nava mejiyê dijberê xwe de qezenckirinê û motîvasyona wî ya şerkirinê şikênandinê yan jî zeyifkirinê, bi her awayê rê û rêbaz timî hatiye ceribandin. Bêyî şerkirinê serkeftina di şer de, mejiyekî pispor ê fermandariyê dide hewcekirin. Em ji dîrokê pir baş dizanin ku bi afirandina hesta tirs û xofeke pir mezin, artêşên mezin hatine têkbirin. Di nêzîk de DAÎŞ’ê bi rêbazeke dişibe vê, pêvajoyek ku di şer de pir bi lez encamê distîne, meşandiye. Heta ku berxwedana çalak a leşkerî û civakî ya li Rojavayê ketiye tevgerê û dest pê kiriye vê psîkolojiya heyî bişkîne, piştî vê hemû hêzên heyî bi DAÎŞ’ê re ketine nava şer.
Şerê psîkolojîk, şerekî wisa ye ku xîtabê hest, ruh û derûniya mirovan dike. Ev curê şer bi piranî sivik tê girtin. Lê di roja me ya îro de şerê bi sîlehan tê meşandin, ji sedî bîstê şerê heyî ye. Şerê psîkolojîk jî, bîst û çar saet e, hema bêje her saniyeya wê bi rêbaza şerê psîklojîk e. Di têkoşîna bi sîlehan tê meşandin de aliyên şer, beşeke girîng a dema xwe bi şiklê ku xwe di mewziyên xwe de bi cih bikin, xwe amade bikin û demê qezenc bikin, derbas dikin. Şerê psîkolojîk ne wisa ye û 24 saet tê meşandin. Hema bêje her kêliya wê, her saniyeya wê bi êrîşeke giran a şerê psîkolojîk derbas dibe. Ji ber vê yekê di vê mijarê de rêxistinbûn û berpirsiyariyên gel û şervanan girîng û giran e.
Şerê psîkolojîk ji xwe re dike hedef ku civakê bihincirîne, belavela bike û hilweşîne. Ji ber vê yekê xebata rêxistinbûn, rêxistinkirin, propaganda û ajîtasyonê pir û pir bi girîngî bûye. Gelên ku bi doz, nirx, armancên hevbeş bawer e, xwediyê fikr û ruhekî hevgirtiye, xwediyê îdîaya jiyaneke azad in, di vê nuxteyê de berpirsiyariya wan zêde bûye.
Curê şerê psîkolojîk mirovan nakuje. Yanî şerê psîkolojîk, ji aliyê fîzîkî ve mirovan nakuje, dike hedef ku ji aliyê manewî û moral ve mirov bikuje. Her wiha şerê psîkolojîk, dike hedef ku civakê beralî (manîple) bike, ber bi aliyê çewt ve bikişîne, reftariyên şexs û civakê bixe bin xizmeta xwe bi rêya çêkirina tirs û xofê, mejiyê mirovan dîl bigire. Ji ber vê yekê şerê psîkolojîk wekî curê şer ê herî jehrî, herî binbinkî û herî bi qirêj hatiye bipêşxistin. Lewra divê li pêşberê vê curê şer, tedbîrên neasayî weringirtin.
Şerê psîkolojîk bi piranî xwe dispêre gotinên nerast û bê binî. Tiştekî neqewimî wekî ku çêbûye nîşan dide, ruxmî neheq e wekî ku heq be derûniyekê diafirîne, ruxmî ku zeyif e wekî ku quweta herî mezin ew be nîşan dide, ruxmî ku newêrek û tirsonek e wekî ku ji her tiştî re hazir e nîşan dide, bi kurtasî şerê psîkolojîk xwe dispêre bi rêya agahiyên nerast mejiyê mirovan şelokirinê. Ji ber vê yekê şerê psîkolojîk, êrîşê nuxteyên herî zeyif ên mirov û civakê dike. Civakên ku ji bo berxwedanê amade ne û bi rêxistin in timî li beramberê şerê psîkolojîk bi ser ketine. Di civakên ku rêxistinbûna wan zeyif e û amadekariya wan kêm e de jî şerê psîkolojîk encamê digire. Jixwe civakên ku li pêşberê hemû curên şer dikevin panîkê û belave dibin, ew civakên ku ji bo şer ne amade ne û bê rêxistin in. Ev tê maneya ku wan civakan, ji bo her cure şerî xwe amade nekiriye û xwe bi rêxistin nekiriye, ku panîk û belavelabûn derdikeve holê. Ev jî di encama propagandaya şerê psîkolojîk de bi pêş dikeve. Eger em bala xwe bidinê, êrîşa çeteyan a ku di ser Idlibê re bi pêş ketiye, bi Helep û Şamê berdewam kiriye, ne bi şiklê êrîşeke leşkerî bûye. Ji beriya her tiştî bi êrîşa şerê psîkolojîk artêşa Sûriyeyê belavela bû û nekariye xwe ragire. Artêşa Sûriyeyê, ji ber ku ji bo şerekî wisa xwe amade nekiriye û ne bi rêxistin bûye, di nava panîkeke mezin de belavela bûye û têkçûye. Dîsa di heman demê de, ji ber ku rejîma Sûriye û artêşa wê ne xwediyê îdealên şirîk bûye jî, bûye sedema herî esasî ya vê jihevketinê.
Bi taybetî di cîhana roja me ya îro de amûrên ragihandinê yên pêşketî û medyaya dîjîtal, ne tenê di diyarkirina encamê fîzîkî yê şer de bûne hêzeke diyarker, di aliyê derûnî yê şer de jî bûne hêzeke diyarker. Stratejiya bêyî ku şer bike, qezenckirina şer qebiliyeteke wisa ye; derûniya ku bixwaze çêdike, gelek agahiyên çewt belav dike û manîple dike û di encamê de civakê û hêzên ku şer dikin dixe bin bandora xwe.
Ev pêvajo, ne tenê artêşan hemû mejiyê beşên civakê bi bandor dike û ji beriya ku şer dest pê bike, dike hedef ku di şer de bi ser bikeve. Bi dezenformasyona ku di ser medyayê re dike, rastiyan berewajî dike yan jî rastiyeke çêkirî ava dike, civakê beralî dike û moral û motîvasyona aliyê dijber zeyif dike. Di vê pêvajoya ku bi teknîkên propagandayê tê pêşxistin, aliyê şer ê psîkolojîk, dibe ku ji şerê fîzîkî hê bi bandortir be.
Ev rewş aşkere nîşan dide ku şer ne tenê bi hêza fîzîkî tên biserxistin, bi rêya agahî û derûnî jî tên biserxistin. Bi amûrên ku serdema dîjîtal ava kirine, pir hêsan bûye ku civakek wekî tê xwestin bifikire, morala aliyê dijber were xirakirin û ji raya giştî ya navneteweyî destek were girtin. Ji ber vê yekê êdî şer ne tenê li meydana şer, ji beriya her tiştî di mejiyê mirovan de tên biserxistin. Ev rûyê nû yê şer, pênaseyên klasîk ên şer derbas kiriye û bûye yek ji faktorên esasî ya stratejiyên modern.
Pêwîst e li dijî polîtîkayên dijberê Kurdan ên Tirkiyeyê, stratejiyek ku hemû amûrên şer ên dijmin vala derxîne bi koordîneyeke temam were meşandin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke wisa ye ku Kurd, Ereb, Aşûrî û etnîsîte û ol û baweriyên din bi hev re dijîn û bi rêve dibin. Girîng e ku ev rastî bi şiklekî xurt ji cîhanê re were vegotin, planên kirêt ên Tirkiyeyê yên li herêmê werin deşîfre kirin.
Eger em bala xwe bidinê; civaka pir dewlemend a ji rengên cuda pêk tê ya Sûriyeyê û pergala wê, teslîmî çeteyên Îxwanî, cîhadîst û wekî DAÎŞ’ê hatiye kirin û ev jî wekî ‘şoreşekê’ hatiye teyisandin û fêmkirineke wisa hatiye çêkirin. Ev zêhniyeta hatiye çêkirin bi temamî berhemeke şerê taybet û şerê psîkolojîk e. Ti têkiliya wê bi rastiyê re û bi heqîqetê re tine. Tarîbûneke ji serdeme navîn hê paşketîtir bi pêş ketiye. Ev komên qetilan, berdevkên dijberê mirov, civak, çand, exlaq, jin, bawerî, azadî, wekhevî û ronahiyê ne; zêhniyeteke wisa temsîl dikin. Lê bi rêya propagandeke mezin a şerê psîkolojîk û taybet, hema bêje wekî ku ji azmanan ‘hawariyên aştiyê’ daketibin, derûniyek û zêhniyetek ava kirine. Eger em bala xwe bidinê, şerê psîkolojîk destpêkê zanebûna civakê şelo kiriye, hewl dide bi vê mejiyê mirovan dagir bike. Cil û berg xistine ber cinewarên dişibin mirovan, ew boyax kirine û hewl didin wan şîrîn nîşan bidin.
Di sala 2004’an de bi pêşengiya Kurdan, agirê şoreşê yê destpêkê li Qamişlo hatiye pêxistin. Eger li ser van erdan behsa pêvajoya rastîn a şoreşê were kirin, pêwîst e destpêk bi şiklekî rast were daxistin holê. Agahiya rast tê maneya lê mêzekirina rast, lê mêzekirina rast tê maneya polîtîka û rêxistinbûna rast. Agahiya rast xewnereşika hemû derawan e. Ji ber vê yekê pêvajoya destpê ya şoreşê di sala 2004’an de Kurdan daye destpêkirin. Wekî berdewamiya vê pêvajoyê li Sûriyeyê agirekî nû yê şoreşê hatiye dadan. Bi coşa vê şoreşê bi pêvajoya 2011’an re rejîma Baas’ê ji Rojava hatiye derxistin. Gelê Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Tirkmen tev bi hev re ev agirê şoreşê mezin kirine; DAÎŞ’a ji Tirkan destek digirt, El-Nusra û çeteyên wan ji qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine derxistin û ji dijminan hatiye paqijkirin. Rastî ev e. Di qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi gelan re peymaneke pêşerojê ku xwe dispêre jiyana bi hev re, azad û adilane hatiye çêkirin. Nasname, bawerî û jin û terza jiyanê ku xwe dispêre jiyana azad gihaştiye ewlehiyê. Hebûna can, mal û milk, hebûna azad a her kesî hatiye bi ewlekirin û hatiye parastin. Bi pêvajoya zanebûn û çanda demokratîk re vî gelî 13 salan xwe bi rêve biriye. Niha hewl didin Sûriyeyê teslîmî destên tarî û zêhniyetên tarî bikin. Ev rewşeke nû ye û bi xetere ye lê em dest berdin ji paşde kişînê, pêvajoya şoreşê wê zanibe ku vê pêvajoyê jî veguherîne di berjewendiya gelan de. Berewajiya bi ber bayê reşbîniyê ketinê, ji doh hê zêdetir bi wê wezîfeye re rû bi rû ye ku demokrasî û çanda jiyana azad û ronahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû Sûriyeyê berbelav bike û gelên Sûriyeyê ji vê zêhniyeta çeteyan rizgar bike. Dema ku çeteyên xwediyê ruhên tarî ketine hewesa dizîna şoreşê, pêwîst e gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê şoreşê li hemû Sûriyeyê berbelav bikin û hemû Sûriyeyê ronî bikin. Li pêşberê gelên Sûriyeyê berpirsiyariyên me zêde bûne. Pêwîst e ev wekî derfet û firsendekê were dîtin. Di serî de Kurd, Ereb, Ermen, Aşûr-Sûryanî, Çerkes, Durzî, Elewî, Tirkmen, gelên ku xwediyê bawerî û çandên cuda ne û jin li derdora zêhniyet û çanda demokratîk a hevbeş hev bigirin, vê li hemû Sûriyeyê berbelav bikin, bexçeyê demokrasiyê ava bikin. Ji bo gel û baweriyên cur bi cur rastî û heqîqet ev in û ev heqîqet wekî tavê dibiriqe. Tiştên esasî ku dijminan ne aram dike û bê xew dihêle ev rastî ne.
Eger baldarî hebe, gengaz e ku tirs, reşbînî, bêhêvîbûna di encama şerê psîkolojîk de bi derew û agahiyên bi zanebûn şaş hatine belavkirin çêbûye, bi agahiyên rast, gotinên li ser heqiyê û agahiyên baweriyê didin pûç were derxistin. Derew herî zêde ji rastiyan ditirse. Ji ber vê yekê mimkun e ku bi civak ronîkirinê, bi rastî vegotinê û bi rêxistinbûneke hê berfireh ev gotegotên şerê psîkolojîk vala werin derxistin. Tê fêmkirin ku şerê psîkolojîk ku ji aliyê dijmin ve tê pêşxistin bi temamî xwe dispêre çeloxwarîkirina rastiyan û derewan.
Niha dixwazin bi destê çeteyên ku berhemên Tirkên faşîst ên weki DAÎŞ, El-Nusra, Smo û hwd. vê şoreşê bidizin û tine bikin. Rastî ev e. Bûyerên vê dawiyê hatine jiyîn, ne ‘şoreş’ e, tenê dikare bibe bûyereke dijberê şoreşê. Ji ber ku hedef nebûye rejîma Baas’ê. Jixwe Baas reviyaye û pêvajoya niha diviyabû di sala 2012’an de pêk bihata û rejîm bihata tasfiyekirin. Lê armanca esasî ya Tirkan hê zêdetir tasfiyekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Eger di pêvajoya 2012’an de Şam bikirana armanca xwe, çeteyên Tirkan berê xwe ji çoltereya Şam, Derayê û Helebê nedizivirandin û nedidan Efrîn, Kobanê, Cerablûs, Bab, Şehba û Minbicê. Eger em bala xwe bidinê, roja ku Şam ketiye dema ku her kesî pîrozbahî dikir, çeteyan êrîşî Minbicê kirine. Hê ji beriya demeke kurt digotin ‘birayê min Esad’. Di binê vê ‘biratiyê’ de ew armanc hebû ku berê Esad bide qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tasfiyeyê temam bike. Niha dixwaze heman rêbazê li ser serê HTŞ biceribîne. Yekane armanca Tirkan û çeteyan tasfiyekirina Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hedefa yekane ya Tirkan ew e ku van grubên çeteyan û Şamê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar bîne. Ji ber vê yekê ji xwe re kiriye armanc ku gelê Ereb jî bixe xizmeta vê fitne û provokasyonan bi pêş bixe. Hema bêje her roj bi agahiyên derew hewl dide derûniyekê çêbike û mejiyê mirovan şelo bike. Em bi rastiya dijminekî wisa re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê divê ti welatî bi ber bayê ku şerê psîkolojîk hewl dide biafirîne yê derew, fitne û reşbîniyê nekeve. Di dest û dilê her welatiyê de amûrên jiyana azad ên mafdar, bi quwet û bawerî pê dibe hene. Ya girîng ew e ku ev werin birêxistin û werin parastin.
Girîng e ku di vê pêvajoyê de hemû hêzên civakî bertekek şirîk nîşan bidin û ev bertek di qada navneteweyî de bersiva xwe bibîne. Di navenda polîtîkayên dewleta Tirk de dijberiya Kurdan heye. Têkiliyên bi qirêj ên ku di bingeha van polîtîkayan de aşkerekirin û teşhîr kirin, wê di têkoşînê de bibe gaveke girîng. Pêwîst e medya û platformên dîjîtal, ji bo ku peyam bigihîjin ber destê girseyên berfireh wekî qadeke stratekîk werin bikaranîn.
Hewce dike her welatî bi vê zanebûnê tevbigere, dengê xwe bigihîne cîhanê, li pêşberê propagandayên ku li medyaya dîjîtal tê kirin sekneke rast û durust nîşan bide. Nîşandana nakokiyên di gotin û pratîkên Tirkiyeyê de, balkişandina li ser avaniya demokratîk ya Rêveberiya Xweser û hevkariya di navbera gelan de heye, hem wê morala hêzên têkoşer bilind bike û hem jî wê di qada navneteweyî de destekê zêde bike. Eger di vê çarçoveyê de bi şiklekî şexsî û kolektîf tevgerîn çêbibe, wê bibe bersiveke xurt ji bo ku polîtîkayên dezenformasyonê yên dewleta Tirk bê bandor bibin.
Dewleta Tirk û grubên cîhadîst ên destekê jê digirin, pêşerojek wan tine ku bide gelên Sûriyeyê û herêmê. Hebûna wan a li Sûriyeyê wê bibe sedema kaos, tevlîhevî û malwêranî û ne tiştekî din. Aşkere ye ku ev rewş ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê, ji bo mirovahiya Rojhilata Navîn û cîhanê wê bibe felaketeke mezin. Wê hêzên ku îro kêfa xwe xweş dikin, sibe-du sibe xemgîn bibin. Hêzên ku îro bûyerê şaş fêm dikin û jê re li çepikan didin, wê sibe-du sibe li pêşberê vê zêhniyeta tarî serî hildin. Rastiya heyî ev e. Aşkere ye ku Tirkiye dixwaze stratejiya hilweşîner a di dema borî de bi destê DAÎŞ’ê pêk aniye, îro di ser HTŞ û SMO ku bermahiyên DAÎŞ’ê ne re bide domandin. Dîtina vê xetereyê, xwe qenea kirin û bi şiklekî rast bi raya giştî ya cîhanê dane fêmkirin, ji bo pêkanîna aştiya herêmê di asteke pir nazik de girîng e.
Dema Sûriye ji bo ku ji dîktatoriyekê xelas bibe tê dikoşe, bi xetereya modela dîktatoriya bi dehan rêxistinên cîhadîst re rû bi rû maye. Dîktatoriya Baas’ê hilweşiyaye lê li şûna wê hewce ye rêveberiyeke demokratîk û pirrengî bi cih bibe. Gelê Sûriyeyê ev heq kiriye. Em nikarin li pêşberê dizîna şoreşa gelan razî bibin. Pêwîst e di vê mijarê de bi şiklekî xurt were vegotin ku Rêveber Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, alternatîfeke demokratîk, berfireh û dikare gelan li cem hev bide jiyîn a îdeal û rasteqînî ye. Hewce dike were nîşandan ku civakekek wekî Sûriyeyê ya pir etnîseteyî, û pir olî bi zêhniyeteke cîhadîst birêvebirin di demeke dirêj de tê maneya kaosê.
Em neçar in, ji civaka xwe re û ji mirovahiyê re vebêjin û nîşan bidin ku dewleta Tirk hewl dide Sûriyeyê bi şiklekî mayende dagir bike, HTŞ bike hevkarê xwe û Smo wekî mertal bi kar bîne, zêhniyeta DAÎŞ ku bi desteka hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê hatiye têkbirin ji nû ve format bike û bixe meydanê.
Bêguman hewce dike hemû ev, ji bo parastina nirxên hatine afirandin û bi coşa afirandina welatekî hê baştir lê jiyan dibe were kirin. Pêwîst e nirxên azadiyê ku hatine bidestxistin û tehma wan hatiye kirin heya bi dawiyê werin parastin.
Wekî encam, divê her ciwan, her jin, her zilam û her welatiyê/a ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ wekî wezîfeya esasî bi rêya medyaya civakî ji bo ku vê leyistokê vala derxîne, vê amûrê bi şiklekî bi tesîr bi kar bîne û propagandaya azadiyê bike; ev berpirsiyariyeke wan e. Ev xebat bê mesref e û barekî madî yê cuda nade hewcekirin. Jixwe her kes van amûran bi kar tîne. Ya ku hewce dike tenê ew e ku ev qad bi şiklekî rêxistinî kar bike. Di vê pêvajoyê de dijmin her telefona di destê çeteyan de wekî sîlehekê û wekî mermiyekê bi kar tîne. Di medyaya dîjîtal de û di înternetê de li dijî nirxên cewherî yên gelên me şerekî bê rehm tê meşadin. Dijmin teknîk û teknolojiyê ji bo ku nirxên gelan hilweşîne û têk bibe, bi kar tîne. Li pêşberê vê rastiyê ji bo her kesî wezîfeya herî esasî ew e ku telefon û amûrên ragihandinê yên li mala xwe û di destê xwe de li dijî dijmin û li ser esaseke rast bi kar bîne. Îro yek ji amûrên herî mezin ê şer telefon û amûrên ragihandinê ne, gotinek ku li dijî her êrîşê were bikaranîn di nirxa mermiyekê de ye. Her gotinek ku di van amûran de were parvekirin, wê pêşî lê bibire ku dijmin nikaribe xwe bigihîne hedefên xwe; ewqas bi nirx e. Îro mirovên ku dibe ku derfeta wan nebe li qada Rojava bin, dilê wan bi evîna azadiyê lê dide di destê wan de amûrên ragihandinê telefon û hwd. ku ji sîlehê hê bi bandortir in heye. Li her malê, li her mekanê li her kolanê li her cihî ew derfet çêbûye ku li dijî dijmin şer bike. Niha dem hatiye ku ev bi şiklekî bi bandor û berbelave were bikaranîn. Her wiha ji bo her kesî wezîfe û berpirsiyariyek e ku grûbên medyaya sosyal (medyaya dîjîtal, medyaya civakî) çêbike, hemû amûrên din ên ragihandinê bixe binê xizmeta vê û bi şiklekî berbelave bi kar bîne.”