NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîtan Roj ji ajansa me re axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nirxand û bal kişand ser erk û berpirsyariyên ciwanan li hember van êrîşan.
Bêrîtan Roj di axaftina xwe de bang li ciwan û jinên ciwan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê tevlî seferberiyê bibin û di nava refên QSD û YPJ’ê de cih bigirin.
Bêrîtan Roj da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, armanca wan ew e ku careke din herêmên li vir dagir bike û got, “Çawa ku di sala 2018’an de Efrîn û di sala 2019’an de jî Serêkaniyê û Girêspî dagir kir, îro jî êrîşên xwe yên bi vî rengî didomîne. Bi êrîşa li ser Şehbayê re şêniyên Efrînê careke din neçarî koçberiyê kirin. Bi komên çete yên cuda ku piştgiriya dewleta Tirk a dagirker werdigirin êrîşî Minbicê kirin û xwestin wê derê dagir bikin û bixin bin kontrola xwe. Dixwazin gelê li wir talan bikin, tecawiz bikin û bixin bin kontrola xwe.”
Roj diyar kir ku wan weke Ciwan û Jinên Ciwan di 1’ê Kanûnê de li dijî van êrîşan seferberiya giştî ragihandine û got, “Divê her ciwan beşdarî vê seferberiyê bibe. Divê her jinek ciwan li ser axa xwe berpirsyariya xwe bi cih bîne. Êrîşên li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê li dijî gelê Kurd, Asûrî, Çerkez, Ermenî û hemû pêkhateyên li vir dijîn, hedef dike. Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet di navbera Kurd û Ereban de fitne çêbikin. Di demên de çawa ku dema DAIŞ hebûn mirov di tariyê de jiyan. Dixwazin vî gelî di nava vê tarîtiyê de bihêlin. Li ser bingeha seferberiya ku me li ser vê bingehê daye destpêkirin, divê hemû jin û ciwan xwe li hemberî welatê xwe berpirsyar bibînin û li gorî erk û berpirsyariyên demê tevbigerin.”
Bêrîtan Roj da zanîn ku heman demê de QSD’ê jî banga seferberiyê kir û divê her ciwan û jin li dijî van êrîşan bibin şervan û got, “Divê her ciwan û jin di nava refên QSD’ê de cih bigirin. Divê hemû ciwan li dijî van êrîşan bisekinin. Di asta milîtaniyê de bi têkbirina van êrîşan em ê li herêmên xwe azad û aram bijin.”
Bêrîtan Roj diyar kir ku dema rizgarkirina Serêkaniyê û Girêsipiyê hatiye û got, “Ji ber vê yekê erka me ya sereke ye ku îro di nava vî şerî de cih bigirin. Divê jinên ciwan tevlî nava refên YPJ’ê bibin û bibin şervanên YPJ’ê. Îro her dayik û bav xwe berpirsyarê vê axê dibînin û derdikevin derve. Ger îro em axa xwe neparêzin, wê kes ji derve neyê û xaka me naparêze. Divê em ji Giresipiyê û Serêkaniyê dest pê bikin li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bersiv bidin. Divê em gelê xwe azad bikin û karibin careke din azad bijîn.”