BEHDÎNAN- HPG’ê ragihand ku li Xakurkê 2 gerîlayên jin şehîd bûne û got, “Hevrêyên me Ekîn û Mîtra ji xwe re kirin wezîfeya bingehîn ku kesayetiya xwe di têkoşîna azadiya jinê de kûr bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Ekîn û Mîtra daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di 6’ê Cotmeha 2024’an de li herêma Xakurkê di êrişa dijmin de hevrêyên me Ekîn û Mîtra şehîd bûn. Hevrêyên me Ekîn û Mîtra milîtaniya fedaî ji felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re kirin ku bûye ala berxwedanê ya jinên cîhanê û biryardariya ku sedsala 21’ê bike sedsala jinê bi rengê herî xurt û radîkal xistin meriyetê. Li pêşberî bîranîna hêja ya hevrêyên xwe Ekîn û Mîtra em bejna xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê armancên wan pêk bînin.
Bi baweriya ku azadiya civakî û azadiya jinê tenê bi paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêber Apo dikare pêk were hevrêyên me Ekîn û Mîtra dest bi têkoşînê kirin û di jiyana xwe ya şoreşgerî de xeta jin a azad di kesayetiya xwe de temsî kirin. Hevrêyê me bi kûrahî hîs dikirin ku azadî bêyî xweparastinê nabe û bi berpirsyariya parastina nirxên bi berdêlên mezin hatin afirandin rabûn, ji bo vê jî bêteredût li qadên herî giran ê şer wezîfe kirin. Hevrêyên me Ekîn û Mîtra di her kêliya têkoşînê de ji bo bibin xwedî jiyaneke bi wate hewl dan, li ser vê bingehê ji xwe re kirin wezîfeya bingehîn ku di têkoşîna azadiya jinê de xwe kûr bikin. Hevrêyên me pîvanên jiyana azad ên partiya me PJAK’ê li her qada lê man parastin, jiyan û bi asta xwe ya azadiyê re bûn mînakên herî şênber ên asta jinê ya ku bi felsefeya Apoyî xwe gihandiye. Hevrêyên me Ekîn û Mîtra ku bi qasî şehadeta xwe bi dilsoziya xwe ya bi têkoşînê bûn mînak ji jinên berxwedêr re, wezîfe û berpirsyariya serketinê ji me re hiştin.
Li ser vê bingehê em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me Ekîn û Mîtra ji me re hiştine bi ser bixînin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Nasnav: Ekîn Dilda Nav paşnav: Zelîha Mahçûp Cihê jidayikbûnê: Erzîrom Dayik-Bav: Meryem-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 6’ê Cotmeha 2024 / Xakurkê |
Nasnav: Mîtra Manî Nav paşnav: Zeynep Aslan Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Seymen-Mehmet Seyfettîn Dem û cihê şehadetê: 6’ê Cotmeha 2024 / Xakurkê |
EKÎN DILDA
Herêma Serhedê ku warê bi dehan destanên lehengiyê yên dîroka Kurdistanê ye, ew dever e ku çanda berxwedanê timî lê zindî ye. Ji ber ku xwedî dîrokeke bi destanan dagirî ye û cihê destpêkê ye ku Rêberê me sefera Kurdistanê lê kir, xelkê me yê Serhedê tevlîbûneke xurt li nava refên partiya me PKK’ê kir û di têkoşîna me de kedeke mezin da. Hevrêya me Ekîn ku ewlada gelekî bi vî rengî hêja bû, weke endamek ji eşîra Berazî ya ku serî li ber zextên dewleta Tirk a faşîst netewand, li nava malbateke dilsozê nirxên xwe li navçeya Qereyazî ya Erzîromê ji dayik bû. Ji ber ku ji derdora xwe ya nêz tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû û bi hişmendiya welatparêziyê mezin bû, hevrêya me zû nêzî partiya me bû. Hevrêya me ku 7 salan li nava dibistanên sîstemê xwend û li rastiya sîstemê pirsî, kete bin bandora wan gerîlayan ku ji bo parastina destketiyên gelê me her tiştên xwe feda kirin. Hevrêya me ku li pêşberî nûçeyên têkildarî gerîla timî dikete nava kelacaniyê, lêgerînên xwe kûr kir û xwest tevgera me fêhm bike. Bi taybetî dema ku Rêberê me bi komploya navneteweyî dîl kete destê dewleta Tirk, ji çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên kadroyên partiya me PKK’ê û gelê me yê welatparêz bi bandor bû. Bi hêza ji berxwedana ciwanan wergirtî, hevrêya me li gel zextên sîstemê jî li gorî ruhê zindî yê ciwanan tevgeriya. Hevrêya me Ekîn ku li jiyanê dipirsî û ya heyî ji xwe re têrker nedidît, her ku mezin bû, fêhm kir ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Hevrêya me feraseta modernîteya kapîtalîst a ku manewiyata jiyanê tine dihesibîne û çanda jêxwarinê esas digire, lêpirsîn kir û gihîşt wê baweriyê ku jiayna alternatîf tenê li nava refên PKK’ê ye. Di demekê de ku êrişên li ser tevgera me û gelê me yê welatparêz zêde bû biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da warê pîroz ê gerîla çiyê.
Hevrê Ekîn a ku di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîla bû û bi tevlîbûna xwe wek ji azadiyê re gava destpêkê nirxand, tevlî perwerdeyê şervanên nû bû. Tevlîbûna xwe ya perwerdeyê û sekna xwe ya jiyana gerîla re bû gerîlayek mînak. Hevreya me ya ku perwerdeyê xwe bi serkeftî bidawî kir û derbasî qada pratîkê bû, ligel ku şervanek bû her xebatê ku girtibû ser xwe bi layiqî pêk anî. Di dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi armanca qirkirina gelê me êrîş kirin, ji bo mewziyên berxwedanê ya Apogerî de cih bigire qet teredût nekir. Bi tevlîbûna xwe ya çalak û werekiya xwe ya di qada şer de tekdîra hevalên xwe qezenc kir. Di gelek çalakî û hemleyên ku li hemberî çeteyan hatiye li darxistin de cih girt û berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk anî. Bi sekna xwe ya di israra derb li dijmin dan û xeta azadiya jinê de bû mîlîtanekê serkeftî ya mînak a PKK-PAJK’ê. Hevrê Ekîn a ku ji bo erkên xwe li gorî rêgezên Partiyê pêk bîne û alîkariya hevalên xwe bike di nav hewldanê de bû, her xeyal kir ku vegere çiyayan. Hevreya me ya ku azadiyê ji kûr ve hîs dikir dema xwe gihand çiyayan, bi zanabûna berbirsyartiyên demê armanc kir ku bibe gerîlayekê pispor. Li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmen Parastina yên Medyayê dabû destpêkirin, bi perwerdeyên girtibû re bû gerîlayek pispor û bi awayek çalak tevlî pêvajoyê bû. Bi kesayeta xwe ya ku şertên neyînî li pêşiya xwe asteng nedîdît û fedakariya xwe ve erkên zehmet pêk anî. Hevrê Ekîn a ku mîlîtanekê YJA Starê ya serkeftî bû, bi sekna xwe ya zelal a di xeta PKK-PAJK’ê de bû û bi ısrara xwe ya tektikên demê pêkanînê re bû gerîlayekê têgihîştî. Hevrê Ekîn bi kesayet, fedakarî û hevaltiya xwe ya kûr ve pêwîstiyên demê pêkanîn bi cih anî. Hevrê Ekîn a ku Xakurkê yê ku cihê erka wê ya dawî bû, di gelek xebatan de cih girt û bi taybetî jî di çêkirina tûnelên şer de bû xwedî kedekê mezin. Bi baweriya xwe ve pêkanîna tektîkên gerîlatiya serdema nû bixe pratîkê gelek hewlda. Hevrê Ekîn di 6’ê Cotmeha 2024’an de di encamê êrîşê dewleta Tirk a dagirker de gihîşt şehadetê. Wek hevalên wê em soz didin ku em ê bîranînên wê di têkoşîna xwe de bidin jiyandin û xeyalê hemû şehîdên xwe pêk bînin.
MÎTRA MANÎ
Hevrêya me Mîtra, li navçeya Cizîra Botan a Şirnexa bajarê qedîm û welatparêz ê Botanê ji dayîk dibe. Di nava malbat û derdoreke welatparêz de mezin dibe. Hevrêya me ya ku di derdoreke girêdayî nirxên xwe û Partiya me mezin dibe, di zarokatiya xwe de Partiya me nas dike. Hevrêya me ya ku xeyala gerîlatiyê dike, ji çîrokên lehengiya gerîlayan yên ji derdora xwe dibihîze bandor dibe. Hevrêya me Mîtra ya ku bi çîrokên qetilkirina gelê me ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bi taybetî jî ya di Newroza sala 1992’yan a Cizîra Botan û çîrokên berxwedaniya pêş dikeve, mezin dibe, hemû caran di dilê xwe de li hemberî dagirkeran cih da hêrseke mezin. Hevrêya me ya ku 9 salan diçe dibistanên dewleta Tirk ên navendên zîhniyeta yekperest, di ciwantiya xwe de kûrbûnên mezin dijî. Bi terikandina dibistanên pergalê xwest ji lêgerînên xwe re bersivê peyda bike. Hevrêya me Mîtra ya ku li hemberî şerê li Kurdistanê yê bi pêşengtiya gerîlayan bêbersiv nema, tevî temenê xwe yê ciwan jî xwest di nava hin xebatan de cihê xwe bigire. Weke hemû jinên Kurd ên birûmet û neheqiyê qebûl nakin, tu caran li hemberî bûyerên civakî bê deng nema. Hevrêya me ya ku erkên xwe yên welatparêziyê dizanî, tevlî xebatên ciwanên welatparêz dibe. Hevrêya me ya di warê hunerê de jî serkeftî ye, di xebatên çandî yên têde cih digire de di demeke kurt de rêza hevalên xwe bi dest dixe. Hevrêya bi fêmkirina girîngiya huner û hunermendan ya ji bo civakê re bi çalaktir tevlî xebatan dibe. Hevrêya me Mîtra ya ku hem êşa civakê û hem jî kêfxweşiya civakê bi denngê xwe û enstrûmana xwe dide der, ji ber vê yekê bi zextên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimîne. Tevî êşkence û binçavkirinên dijmin jî ji sekna xwe ya şoreşgerî tawîz neda. Di pêvajoya êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser xwerêvebirêna gelê me de ji bo tevlîbûna nava refên gerîlayan dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me ya ku di xebatên ciwantiyê de Partiya me baştir nas dike û ji hemû aliyan ve lêpirsîna jiyanê dike, dizanîbû ku mezinkirina têkoşînê bi tevlîbûna nava refên gerîlayan pêkan e. Hevrêya me gihîşt wê baweriyê ku bi tevlîbûna nava refên gerîlayan dikare ji lêgerînên xwe û ji hemû êrîşên dijmin re bibe bersiv.
Hevrêya me Mîtra ya ku di sala 2015’an de ku wê demê Berxwedana Rêveberiya Xweser pêk dihat û li dijî Tevgera me û gelê me êrîşên topyekûn pêk dihatin, tevlî nava refên gerîlayan dibe, daxilî perwerdeyên şervanên nû dibe. Bi saya tecrûbeyên xwe yên rêxistinî yên ku di xebatên xwe yên berê de bi dest xistibû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîlayan dibe. Hevrêya me ya ku li gel desrên digire, dikeve nava kûrbûnên mezin û dixwaze di şerê heyî de bi awayekî çalak cihê xwe bigire, bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike. Hevrêya me ya ku şensê tiştên ku di pêvajoya perwerdeyê de hîn bûne di qadên pratîkê de pêk bîne û tecrûbeyan bi dest bixe, hemû kêliyên jiyana xwe baş nirxandin. Hevrêya me ya ku bi tu awayî ji perwerdeyên namîne, bi kesayeta xwe ya bi demê re pêş diket, bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Mîtra ya ku li ser girîngiya gerîlayan ya ji bo gelê me kete nava kûrbûnên mezin, bi taybetî jî ji xwe re kir armanc ku bibe gerîlayeke afirîner, wêrek û bihêz. Hevrêya me ya ku di gelek mijaran de xwe pêş xist, armanc dike ku xwe di warê leşkerî de jî pêş bixe. Hevrêya me dizanîbû ku wê bi standina perwerdeyên pisporbûnê bikarine weke gerîlayeke xwedan tecrûbe ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrêya me ya ku di pêvajoya perwerdeyan de dikeve nava kûrbênên mezin û bi tu awatî ji şêwejiyana Apoyî tawîzê nade, bi fêmkirina mezinbûna hêza jinan re hêrs û azweriya xwe ya têkoşînê mezintir kir. Hevrêya me roj bi roj dît ku guherînên di kesayeta wê de bi saya kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ye û girêdayî vê yekê di gelek mijaran de alikariya hevrêyên xwe kir. Weke gerîlayeke xwedan tecrûbe ya YJA Starê piştî ku perwerdeyên xwe temam dike, pêşniyar dike ku derbasî qadên şer yên lê dijwar e, bibe. Hevrêya me ya ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên ku bi seferberkirina hemû hebûna xwe li dijî Hermêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin, israr dike ku taktîkên serdemî pêk bîne, bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî û zanebûna xwe ya îdeolojîk di bidestxistina gelek serkeftiyên girîng de kedeke mezin nîşan dide. Hevrêya me Mîtra di 6’ê Cotmeha 2024’an de li herêma Xakûrkê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe, weke gerîlayeke YJA Starê hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêya xwe di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin û em ê ala têkoşînê ya dewrî me kiriye bi serkeftinê tacîdar bikin.”