HESEKE – Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî êrîşên hovane yên çeteyên dewleta Tirk seferberiyekî giştî hat îlan kirin. Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê jî beşdarî seferberî dibe û xwendekaran di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi rêxistin dike.
Endamên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê û erkên demê yên xwendekaran axivîn.
Orhan Kobanê destnîşan kir ku divê xwendekar bi ketina rejîma Baas rehat nebin û ji her tiştî re amade bin ji bo parastina mafên xwe bikin:
“Guhertinek bingehîn li Sûriyê çêbû û rêjîma 60 sal hate hilweşandin. Lê ev nayê wate ku ev guhertina bi xwe tiştekî baş e ji bo gelê kurd û suryê bi tevahî. Ev tê wate ku wê desthilatdariya tirk wê bêtir li Sûriyê were meşandin. Di vê xalê de divê gelê Sûriyê bi tevahî li dijî dagirkeriyê rabe ji ber ku demokrasî di bingehê wan de nîne.
Em banga hemû xwendekaran dikin ku xwe amade bikin û şer bikin li dijî dijmin. Lê belê divê baş nasbikin ku qirkirna fîzîkî ne xerabtir e ji qirkirna çandî ya ku nasnameya te yê wekî mirovek kurd ji te distîne. Eger xwendekar xwe amade nekin, wê dijminê me desthilatdariya xwe li ser me bimeşîne, û ev tê wate ku xwendin jî wê berdewan neke ji ber êrîşên dijmin. Divê em netirsin ji mirinê, divê em ji mirina çandê bitirsin. Çawa em dibînin, Rêber Apo 26 sal li Îmralî têkoşîn dike. Ji ber vê yekê, divê em jî bikevin tevgerê. Rast e, hêza me heye ku şer dike, lê nabe ku em bêjin ew tenê dikarin şer bikin. Dema dijmin derbas dibe, kes li ber xwe nabîne, ji bo wê divê xwendekar amade bin ji bo her tiştî.”
Ercan Mehmud jî diyar kir ku divê xwendekaran beşdarî berxwedanê bibin da ku zimanê xwe û gelê xwe ji dagirkeriyê biparêzin:
“Weke em dizanin li Sûriyê nîzama dîktatorî ya Baas ket, nema, şûna wê nîzamekî nû hat. Ew nîzama nû ku hatiye dixwaze gelê Sûriyê vegerîne sîstema DAIŞ’ê. Şer û pevçûn ku niha li Bakur û rojhilatê Sûriyê çêdibe, bi taybet li Pira Qereqozaq û li Bendava Tişrînê, şerekî pir giran e. Banga me ji giştî xwendekaran re heye, ku bi hemû îmkanên xwe tevlî vî şerî bibin. Gelê me aniha çek radikin. Ji xwendekaran jî tê xwestin ku bi îmkanên xwe parastinê welatê xwe bikin. Dema şer giran dibe, lazim e xwendekar jî tevlî şer bibin. Banga me ye ku xwendekarên ku aniha bi xwendina xwe xwedî li welatê xwe derdikevin, li bajarê xwe hezir bin ku ew jî çek rakin û bi QSD re tevlî vê şerê bibin. Dema dijmin derbasî bajaran dibe, ferq naxe navbera kî xwendekar e û kî leşker e, êrîşê her kesî dike. Wê demê pêwîstiyê xwendekaran heye ku parastina welatê xwe bikin. Dema xwendekaran parastina welatê xwe nekin, wê ji xwe xwendina wî jî biçe. Xwendekarekî ku di vê welatê de bi zimanê xwe dixwîne: dema dijmin were ewê zimanê te tune bike, nehêle ku tu bi zimanê xwe bixwînî û biaxivî. Wê demê, rola te weke xwendekar namîne. Ji ber wê dema şer giran dibe lazim e xwendekaran li hemberî dijmin bisekinin, berxwebidin û parastina xaka xwe bikin, zimana xwe û netewa xwe bikin.
Şerê esasî li Îmralî tê meşandin. Rihê me yê welatparêzî hemû bi Serokatî re ye. Şerê esasî li ser Serokatî tê meşandin. Demekî berî Omer Ocalan û şandeya DEM Partî bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Di wê hevdîtinê de Rêber Apo destnîşan kir ku dikare çareserî ji pirsgirêkên navnetewî pêşkêş bike, bi taybetî jî derbarê Turkiyê, Sûriyê û gelên herêmê. Eger azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neye, wê çareseriyekî bingehîn pêkneye. Pêwîst e azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Em weke gel û xwendekar ku di nava vê şer û berxwedan de jiyan dike, rihê me bi Serokatî re ye. Eger Rêber Apo fîzîkî azad nebe gel jî azad nabe.
Li beramber vê şerî, divê xwendekar li hember dijmin bisekinin û heqê xwe biparêzin, ji ber di vê Sûriyê nû de heqa kurdan tune. Dixwazin sîstemekî bi yek ol û yek ziman bimeşînin. Lazim e em li hemberî wê bisekinin. Lazim e heqa kurdan di Sûriyê de jî hebe. Ne tenê kurd jî, pêwîst e gelê me yê Xrîstiyan, gelê Aşûrî, gelê Yezîdî, hemû netewên di Sûriyê de rabin û mafên xwe biparêzin. Sîstema ku di Sûriyê de tê avakirin dixwaze hemû netewên din tune bike. Ev berçav e. Em dibînin çi li hemberî Elewîyan tê kirin, kuştin tê kirin. Ev nîşan dide ku wê sîstema DAIŞ’ê li hemû Sûriyê were meşandin. Lazim e hemû netewên Sûriyê nîşan bidin ku vî tiştî qebûl nakin, lazim heqê her kesî di Sûriyê de hebe.
Eger weke di bin rejîma Baas de, di sîstema nû ya Sûriyê de heqê me nebe, pêwîst e em qebûl nekin, li hemberî wê derkevin. Bi taybetî ciwanên xwendekar, ji ber xwendekar bingehê şoreşê ne. Serokatî diyar kir ku barê serkeftinê li ser pişta ciwanan e. Pêwîst e ciwan rabin û berxwebidin, û heqê xwe bixwazin.”