HESEKE – Endamên Federasyona Gazîyên Şer ê Bakur û Rojhilata Sûrîyê Dilşer Gabar û Muhammed Zuairi Al-Azba ji ajansê me re axivîn.
Dilşêr Gabar dîyar kir ku hêmû ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên yên Rojava pêwiste edî rabin. Ev welat kes naparêze ji xeynî xort û keçan. Berdewamîya axaftina xwe de got ”Kes ji bo şexsîyeta xwe tevnegere, bi gotînên ez dixwazim jîyanek azad bijîm nabe, ev tişt tenê bi axaftina nabe. Me negotîye herkes rahêje sîleh, me negotîye herkes biçe ser cephê lê herkes bila malbata xwe biparêze, taxa xwe biparêze herkes di nava vê şerê de erkekî ji xwe re çêbike. Ji ber ku dijmin were nabêje ‘Tu Kurd î, tu Ereb î, tu tevlî rexistinê bûyî, tu tevlî hevalan bûyî, tu tevlî QSDê bûyî an na?’ Dijmin zimanê kuştinê fêm dike.”
Giştî axaftin wûsa ye;
Ez li bajarê Hesekê ji dayîk bûm sala 1998 an de. Tevlîbûna min ya yekemin di refên YPG sala 2016 an de bûn. Hemleya ku ez tevlî bûm hemleya Reqa bûn. Di hemleya Reqqa de, wê çaxê çeteyên DAİŞê 2014 an ketibûn Reqqa. Heya 2018 tê de man. Me li hemberî wan şer dikir. Şerê destpêkê ku em ketinê gundê Xinêsê bûn, dûrê jî Telsemin bû. Berxwedanîya herî mezin di wan gundan de bûn. Ji ber ku navbera nav herdu gundan de pir mezra hebûn, erdek pir mezin erazîyek pir mezin hebû. Em mecbur bûn wekî YPG tenê bi silahên xwe yên sivik em derbas bin, ji ber ku însanên sivîl hebûn. Di wê berxwedanê de gelek hevalên me jî şehît ketin.
Di wê berxwedanê de hevalek hebû û navê wê Berxwedan bû. Ji gundê Miftî bû, ji Hesekê bû. Ev heval di wê hemleyê de şehît ket. Demekî şûnde Heval Sedem jî şehît ket. Ew jî ji Dirbêsîyê bû. Şehît Dilbirîn jî hebûn, ew jî ji Hesekê bûn. Yanî ev heval bi rastî jî bi xwîna xwe wan erda rizgar kirin. Bi sedan Heval wekî wan, Hevalên me yên gazî, hevalên me yên brîndar bûn, hevalên me êdî bi singa xwe bûn mertal li hemberî gulla. Ev berxwedanî li ser de 7-8 sal derbas bû lê hê li ser zimanan de ye, hin di bala miletten Reqa û Hesekê de ye, û hemû milletên Rojava. Di Reqa de pir me zehmetî dikêşand, ji ber ku di milê lojistik de erdê Reqa fireh bû û çete bi awayekî dixwestin me têxin çemberê, li pişta me xetekî çêkin. Ji bo ku him lojistik negihêje me, him jî ji bo ku nav bajêr de bi silêhen giran em li wan nedin. Lê gava şer ket nav bajêr, tê bîra min wê demê Heval Elî hebûn, ereb bû û ji bajarê Reqa bi xwe bûn. Di hindirê hawirdora hepsa reş, ew hepsa ku zilm û zordarîya DAİŞ tê de hebûn. Milletê sivîl tê de kiribûn hepsî, û bi awayekî hovane îşkence li wan dikir di bin navê îslamê de. Di wê dora hepsê de şehît ket Heval Elî. Piştî rizgarkirina Reqa jî, yanî ew êş û derdê me ew westandina me, bi rastî gava me çavê zarokan dinihêrî ji me hêmû êşa xwe ji bîr dikir. Piştî hemleya Reqa şerê Dêrezorê destpêkir. Em tevlî hemleya Dêrezorê jî bûn. 2018 an de bûn. Di dema şer de me gruba xwe guhert, û ez daketim bajara Hesekê wekî erkdar. Di nav bajarê Hesekê de em rastî kemînekî hatin. Di navbera me û çeteyên DAİŞê de pêvçûnek pêk hat û ez gazî bûm.
Piştî gazîbûnê jî me xweş û bêhtir rêxistinê naskir, me bêhtir hereket naskir. Me bêhtir daxwaza milletê xwe fêm kir. Berê tenê em difikirîn ku çalakî hene, tu rahêjî rext û bombeya xwe tu derkevî şer, lê piştî gazîbûnê me gelek tiştên dîtir naskir. Ji derveyî wê gelek tişt hene, yanî gerek însan li ser kêmek lêhurbûn bike.
Ji bo hêmû ciwanên me yên Kurdistanê, ji bo hemû ciwanên me yên Rojava em ji wan re dibêjin Hevalno, Birano edî rabin. Ev welat kes naparêze ji xeynî xort û keçan. Kes ji bo şexsîyeta xwe tevnegere, bi gotînên ez dixwazim jîyanek azad bijîm nabe, ev tişt tenê bi axaftina nabe. Me negotîye herkes rahêje sîleh, me negotîye herkes biçe ser cephê lê herkes bila malbata xwe biparêze, taxa xwe biparêze herkes di nava vê şerê de erkekî ji xwe re çêbike. Ji ber ku dijmin wiha nabêje ‘Tu Kurd î, tu Ereb î, tu tevlî rexistinê bûyî, tu tevlî hevalan bûyî, tu tevlî QSDê bûyî an na?’ Dijmin zimanê kuştinê fêm dike, dijminê me ne wekî duh e. Dijminê me dewleta Tirk e, dijminê însanîyetîyê giş e, ne tenê dijminê gelê Kurd e, ne tenê dijminê netewek, ne tenê dijminê zimanekî ye. Li hemberî gelê Kurd şer dike, ji ber ku di tarîxê de Gelê Kurd pir derbeyên mezin li dewleta Tirk xistîye. Li hemberî wê pir serhildan hatine kirin, li ser xwe desthilatî qebul nekirîye.
Ji bo Hevalên me yê çeperên şer jî, bi rastî dilê me bi wan re ye. Em heya karibin, heya noqteya me ya dawî jî emê bi wan re bin. Ji ber ku şerê em tê de ne şerê herî zehmettir e, şerê teknîkên pêşketî tê de ne. Di nav wan tunelan de, di nav wan mewzîyan de berxwedana wan pir pîroz e. Em şopdarê rêya wan in. Tu carî nefikirin ku pişta wan vala ye, em giş li pişt wan in. Ez hevalêkî gazî me, lê pêwist bike ez jî di çeperan de cihê xwe bigrim. Di dawîyê de ez serkeftinê dixwazim ji hemû miletên Rojava re.
Endamê Federasyona Gazîyên Şer ê Bakur û Rojhilata Sûrîyê Muhammed Zuairi Al-Azba jî dîyar kir ku bi naskirina tevgerê heskirina wê çêbûye, tevlî refên şer bûye û li Tebqayê birîndar bûye. Berdewamîya axaftina xwe de jî got ” Dibêjin ferqa Ereb û Kurd heye. Na, tu ferqa me tune ye. Ji ber ku dema em tevlî bûn tu ferq me nedît.” Di dawîyê de bang li ciwanên şoreşger kir ku hemû cihê xwe di nav şoreşê de bigrin.