BERN – Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê ku ji bo parastina Bendava Tişrînê çûbûn herêmê, di pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de li bajarê Bernê yê Swîsreyê hate protestokirin.
Xwepêşandana ku alên Rêber APO, alên YPG-YPJ’ê û pankarta “Tirkiye sivîlan bombe dike, dilsoziya bi berxwedana Bendava Tişrîn re” hatin vekirin, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Rojava bi daxuyaniyeke çapemeniyê berdewam kir.
Endamê TCŞ’ê Xerzan Dêrîk diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava destekê dide, rastiya gelên li berxwe dide heye û got, “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî mehekê ye êrîşî bendava Tişrînê dikin. QSD’ê beriya du roj di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber êrîşên dijwar ên balafirên şer û balafirên bêmirov metirsiya hilweşîna bendavê zêde bûye. QSD’ê ragihand ku eger karesatek li bendav û derdora wê çêbibe, wê dewleta Tirk a dagirker berpirsyar bin.”
Her wiha hat gotin ku “Bendava Tişrînê zêdetirî mehekê ye di bin êrîşên asmanî de ye û armanca wan dagirkirina bendavê ye. Em bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku erkên xwe yên exlaqî û huquqî bi cih bînin û tavilê tawanên Tirkiyê li dijî jin û sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û divê lêkolîneke navdewletî derbarê van tawanan de were destpêkirin”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîşa li ser sivîlan tawaneke cengê ye û tawaneke dijî mirovatiyê ye û binpêkirina hemû peyman û rêkeftinên navdewletî ye û binpêkirina eşkere ya biryara navdewletî ya 2254 e.
Piştî daxuyaniya Xerzan Dêrîk, Koma Enternasyonalîst bi zimanê Elmanî daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Em rê nadin êrîşên dagirkeriyê û em ê li cem gelê Rojava bin û piştgiriyê bidin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana QSD′ê” bi dawî bû.